Çeteyan 2 şênî li Efrînê revandin

Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker, 2 şênî li bajarê Cindirês ê Efrînê revandin.

Çeteyan 2 şênî li Efrînê revandin
4 hezîran, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên "Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker, şêniyê bi navê Henan Hesekê (65) ê ji gundê Miskê yê Cindirêsê yê Efrînê revandiye. 

3 rojan berê jî şêniyê bi navê Mihemed Horo (58) ê ji gundê Firîriyê revandibûn.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan her du şênî birine cihekî nediyar.

(şx)