Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran kir
4 hezîran, 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir gundên bakur rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê gundên Siyade û Yanlî hatine topbarankirin û 14 top li her du gundan ketine.

Li wan gundan şênî hene.

(şx)

ANHA