‘Çareserî di beyannameya Rêveberiya Xweser de ye’

Rewşenbîr û rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ji bo ku aloziya li welêt çareser bibe divê hikumeta Şamê beyannameya Rêveberiya Xweser qebûl bike û dest bi diyalogê bike.

‘Çareserî di beyannameya Rêveberiya Xweser de ye’
30 tebax 2024   06:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Rewşenbîr û rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo bidawîkirina aloziyê divê diyalogê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bike.

Nivîskarê rojnameya Şerq El Ewsat û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Reqayê Îsmaîl El Xalid behsa zîhniyeta hikumeta Şamê kir û got: "Ji destpêka aloziyê ve, hikumeta Şamê heman zîhniyetê dimeşîne. Siyaseta wê ne li gorî rêveçûn û guhertinên di encama aloziyê de çêbûne. Gel ji bo azadî û rûmetê serî hilda, ew zîhniyet ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê ye."

El Xalid wiha domand: "Hikumeta Şamê siyaseta yekalî, ‘hemû aliyên din xayîn û ajan in’, meşand. Lê ev ji rastiyê dûr in. Wê fêm nekir ku encamên dagirkirina axa Sûriyeyê xirab in û pêşeroja Sûriyeyê ne diyar dike."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18`ê Nîsana 2023`yan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazeke aştiyane û demokratîk ku êşên bi milyonan sûriyeyiyan bi dawî bike, beyannameyek pêşkêş kir. Rêveberiyê bang li hikumeta Şamê kir ku helwesteke berpirs nîşan bide û teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê kir û diyar kir ku alozî tenê di çarçoveya yekitiya welêt de çareser dibe û ew amade ye bi hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyeyê re dest bi diyalogê bike.

El Xalid destnîşan kir ku ji bo ku alozî çareser bibe, divê hikuemta Şamê beyannameya Rêveberiya Xweser qebûl bike, dest bi diyalogê bike û ji bo diyarkirina siyaseteke nû ya Sûriyeyê divê biryara 2254’an bikeve meriyetê.

Her wiha nûnerê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) yê kantona Reqayê Hisên El Osman got: "Hikumeta Şamê di çareseriya leşkerî de bi israr e û xwe ji diyaloga navxweyî dide alî."

El Osman anî ziman ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyek li dar e û ev proje li hember DAIŞ`ê bi ser ket, ji ber wê gelê herêmê bi vê projeyê bawer kir.

Li gorî El Osman siyasetên xiyanetê aloziyê çareser nakin, ji lewra bang li sûriyeyiyan kir ku ji vê siyasetê dûr bikevin û dest bi diyaloga navxweyî bikin.

DIYALOG RÊ LI PÊŞIYA TIMAYÊN NAVNETEWEYÎ DIGIRE

El Osman bang li sûriyeyiyan û hikumeta Şamê kir ku dest bi diyalogê bikin û rê li pêşiya timayên navneteweyî bigirin ku yek jê dewleta Tirk e û diyar kir ku tenê diyalog, aloziyê ji çarçoveya navneteweyî derbasî çarçoveya navxweyî dike ku dê aloziyê bi dawî bike.

Heserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Reed El Fadil jî got: "Rêveberiya Xweser, ji pergalan cîhanî cudatir e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser wek pergaleke siyasî û civakî di radeya yekemîn de armanc dike civakê biparêze."

El Fadil diyar kir ku Rêveberiya Xweser dixwaze nasnameya gelên herêmê û destkeftiyên wan biparêze ji lewra banga çareseriyê dike û wiha domand: "Ji bo yekitiya sûriyeyiyan û axa Sûriyeyê û ji bo ku dagirker derve, divê hikumeta Şamê li gel Rêveberiya Xweser dest bi diyalogê bike."

(şx)

ANHA