‘Gerîla hebûna me ye’

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kirin ku gerîla hebûna wan e, lewma ew ê dijî dagrikerî û xiyanetê heta dawiyê li cem gerîla tê bikoşin. 

‘Gerîla hebûna me ye’
30 tebax 2024   04:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Welatiyên kantona Cizîrê berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk silav kir û tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

Mecîde Heyder a ji bajarê Qamişlo ku kurekê wê ya bi navê Reman Qamişlo di nava refên gerîlayên HPG’ê de ye, êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê bi tundî şermezar kir. 

Mecîde diyar kir ku ew ê li hemberî hemû êrişên dagirkeran ku çekên qedexekirî jî bikar tînin, bi hemû derfetên xwe destekê bidin gerîla û got: “Ez tenê dayika gerîlayekî nin im, ez dayika hemû gerîlaya me. Ez bi berxwedana gerîla kêfxweş û serbilind im. Em ê her wextî li pişta gerîlayên xwe bin. Gerîla hebûn û rûmeta me ne."

Fûad Deqorî yê ji Amûdê jî diyar kir ku ew bi saya berxwedana gerîla niha li vir in û wiha dom kir: "Em hemû bi şervanên azadiyê re ne. Tu hêz nikarin gerîla tune bikin."

Memdûh Telaa yê ji bajarê Til Koçer jî anî ziman ku gerîla tevahî xaka Başûr diparêzin û ev peyam da: "Em ê heta dawî li dû şervanên xwe bin. Em berxwedana wan silav dikin."

(bb)

ANHA