Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina wan ji baranê çadirên naylon li koçberên Girê Spî belav kirin.

Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
Çandirên naylon li koçberan hatin belavkirin
13 mijdar, 2023   15:12
EYN ÎSA

Belavkirina çandirên naylon bi rêya Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî pêk hat. Di wê çarçoveyê de ji bo her konekî (hejmara giştî ya konên li kampê 1382 ye) 2 çandirên naylon ên bi dirêjahiya 6 metre û firehiya 4 metreyan, hatin dayîn.

Sala berê ji ber nebûna çandirên naylon, ava baran ketibû nava konan. Ji lew re wekî tedbîr, îsal çandir hatin belavkirin.

Hevseroka rêveberiya kmapê Ezîze El Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Em çandirên naylon belav dikin da ku av nekeve konan.”

Ezîze bal kişand ku wan ji koçberan daxwaz kiriye ku kortan dagirin, konên qetiyayî bidirun û yên xirabe sererast bikin da ku ava baranê bandorê li wan neke.

Tê destnîşankirin ku li kampa koçberên Girê Spî ku 22`ê Cotmeha 2019`an piştî êrişa dagirkeriyê ya li dijî kantona Girê Spî hatibû avakirin, 6 hezar û 880 koçber dimînin.

(c)

ANHA