Çandinî li Zirganê kêm dibe 

Li Zirganê cotkar ji ber ewlehiyê û şert û mercên avhewayê nikarin çandiniyê bikin û zeviyên ku çandine ji ber nexweşiyên lê belav bûne, dibe ku ne berhemdar bin.

Çandinî li Zirganê kêm dibe 
Çandinî li Zirganê kêm dibe 
Çandinî li Zirganê kêm dibe 
Çandinî li Zirganê kêm dibe 
Çandinî li Zirganê kêm dibe 
Çandinî li Zirganê kêm dibe 
10 gulan, 2026   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li bajarokê Zirganê yê girêdayî Hesekê nexweşî li zeviyan belav bûye. Baran gelekî zêde bariya û ziyan da zeviyan. Bi taybet nexweşiya zengarê û hinek nexweşiyên dîtir belav bûne.

Her wiha Zirgan nêzî eniya şer e û cotkar nikarin biçin nava zeviyên xwe. Beşek ji erdên çandiniyê yên şêniyên Zirganê dikeve aliyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de. Ev yek li pêşiya cotkaran dibe asteng ku erdên xwe biçînin. Jixwe erdên nêzî eniya şer, ji ber mayin û rewşa ewlehiyê nayên çandin.

Hevserokê Gerînendetiya Avdanî û Çandiniyê ya Zirganê Îsmaîl Abdulezîz ji ajansa me re axivî û got: “Di mewsimê de me ruxseta 672 da cotkaran, ji bo bikarin tov û mazotê bigirin da ku erdên xwe biçînin û av bidin. Li Zirganê 154 hezar donim erdê çandiniyê heye, jê 136 hezar donim tê avdan û 18 hezar donim bejî ye, zêdetirî 150 hezar donim dikeve herêma di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û cotkar nikarin biçînin.”

Her wiha Abdulezîz anî ziman ku îsal baran zêde bariya û bandor li zeviyan kiriye. Li gorî Abdulezîz, nexweşî ketiye zeviyan û bi taybet fasûlyeyan ji sedî 70 ziyan dîtiye.

Ji bo rewşa ewlekariyê ya Zirganê jî Abdulezîz wiha got: “Şêniyên Zirgan û gundewarên wê ji ber topbarankirine û êrişan ji xaka xwe koçber bûn û nema dikarin erdên xwe biçînin. Jixwe li herêmên nêzî eniya şeri mayin hatine danîn.”

Abdulezîz got piştî xelkê Zirganê vedigere gundên xwe, êdî daxwaz dikin ku mayin werin rakirin û ew erdên xwe biçînin.

Di dawiyê de Abdulezîz diyar kir ku wan du caran sotemenî li ser cotkaran belav kiriye û derman jî dane da ku erdên xwe derman bikin. Her wiha cotkar şiyar kirin da ku di mewsimê de zeviyên xwe biparêzin.

(np)

ANHA