Bihayê mazotê ya bazara azad daket 55 sentan

Komîteya Sotemeniyê ya Cizîrê, bihayê lîtreya lmazotê ya bazara azad ji 75 sent daxist 55 sentên Amerîkî.

Bihayê mazotê ya bazara azad daket 55 sentan
9 gulan, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Sotemeniyê ya Cizîrê îro ragihand ku bihayê lîtreya mazotê ya bazara azad ji 75 sentan daketiye 55 sentên Amerîkî.

Komîteyê ji benzînxaneyan re ragihand ku ev kêmkirin tenê ji bo mazotê ya bazara azad derbas dibe, lê bihayên celebên din ên sotemeniyê weke xwe maye.

Di 3yê Gulanê de, Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê lîsteyeke nû ya bihayê ji bo mazotê ragihand, ku tê de bihayên mazotê yên çandinî, sazî, pîşesazî û nanpêjxaneyên taybet hat zêdekirin.

(k)