Çalakvan Ahîn Elî: Hikumeta demkî hebûna jinan înkar dike

Ahîn Elî got mafên jinan bi sîstema çandî, civakî, siyasî û destûrî tên parastin û eger hebûna jinan qebûl nakin, tê wateya ku azadî û demokrasiyê red dikin.

Çalakvan Ahîn Elî: Hikumeta demkî hebûna jinan înkar dike
10 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Ahîn Elî li ser misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Ahîn Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di sîstema Rêveberiya Xweser de û got: "Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin cihê xwe di nava sîstema Rêveberiya Xweser û QSD`ê de girt û berpirsyartiya pêkanîn û parastina sîstemê rakir. Ji destpêka şoreşa Rojava ve jinê ji hemû aliyan ve bûn parçeyekî girîng ên şoreşê û berpirsyartî rakirin. Lê hikumeta demkî di rewşa xwe ya heyî de hebûna jinan qebûlnakin. Eger li Sûriyeyê lihevkirinên siyasî çêbin û destûrê Sûriyeyê were amadekirin divê mîna hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser cih bidin jinan û hebûna wan hebe.”

`HEBÛNA JINAN Û GELAN QEBÛL NEKIRINE`

Ahîn Elî anî ziman ku eger sîstem mafên jinên Sûriyeyî nede ewê nikarê bibe sîstemeke demokratîk. Di hemû lihevkirinên siyasî de divê xweseriya jinan hebe. Eger mafên jinên Sûriyeyê neyên dayîn, jin dê ji bo vê yekê têbikoşin û bixwe dikarin bighîjin mafên xwe. Ji ber vê yekê divê mafên jin têxin destûrê de.

Ji bo destûra Sûriyeyê Ahîn Elî wiha got: "Destûra Sûriyeyê ya heyî nûnertiya jinan nake û pirrengiya pêkhateyên Sûriyeyê nîşan nade, hîna dibêjin Komara Erebî ya Sûriyeyê, destûr jî olî ye û rola jinan paşguh dike. Li Sûriyeyê gelek çand, ol û etnîk hene. Divê destûrê Sûriyeyê were guhertin, ji ber mafên jin û etnîkan nayên parastin. Di sîstema Baas de jin hatibûn paşguhkirin û mafên wê nedidan. Êdî pirsgirêka jin ne tenê mafin, ew pirsgirêkeke civakî ya giştî cîhanî ye."

`PARASTINA MAFÊN JINAN PARASTINA CIVAKÊ YE’

Ahîn Elî girîngiya hebûna jin nirxand û got: "Divê bi entegrasyonê re pirsgirêka jin were nîqaşkirin. Jin bingehê civakê ye. Eger hikumeta demkî rola jinan sînordar dike tê wateya di sîstemê de şaştiyeke mezin heye. Divê jin berpirsyar nêzî vê rewşê bibin û têbikoşin heyanî ku destûrê Sûriyeyê de mafên wan werin dayîn. Parastina mafên jinan parastina civakê ye. Azadiya jin azadiya civakê ye. Di hikumeta demkî de ji sedî pênc kota didin jinê, lê belê di Rêveberiya Xweser de ji sedî 50 bû. Hişmendiya mêr li pêşiya hebûna jinan dibe asteng. Hikumeta demkî di pêvajoya entegrasyonê de li pêşiya jinan dibe asteng. Em qebûlnakin ku vegerin rewşa berî sala 2011`an. Hedefê şoreşa Rojava ku jinan jêre pêşengtî kiriye ew bû ku sîstema dagirker biguherînin. Di sîstemê de ne kes werin guhertin, sîstem bi xwe were guhertin."

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Ahîn Elî wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Eger di sîstemê de hebûna jinan were înkarkirin, ev tê wateya ku ew sîstem ne demokratîk e. Sîstemayî heyî ji bo mafên jinan garantî nade, qebûlnekir ku rêxistinên siyasî û aborî jinên Sûriyeyê birêxistin bikin û yekitiya wan çêbikin. Her wiha destûr nadin ku jin kongreyeke neteweyî li dar bixin, komîteyên taybet ên nivîsandina destûrê bi rêxistin bikin. Li Sûriyeyê jî divê pirsgirêka jinan were çareserkirin û qebûl bikin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe di pêvajoya entegrasyonê de bigirin."

(np)

ANHA