Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne

Li bajarokê Hewayic ê bajarê Şihêl ê kantona Dêrazor bi çandina sebzeyên sera (malên blastîkî) tê naskirin. Ev cûre dihêle sebze ne di dema wan a normal de li sûkan bên peydakirin.

Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne
Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne
Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne
Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne
Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne
Çandina sebzeyên sera xwetêrkirinê pêk tîne
13 adar, 2025   06:10
DÊRAZOR

Çandina sebzeyên havîn û zivistanê yên di malên plastîkî (sera) de yek ji projeyên sereke yên şêniyên bajarokê Hewayic ê kantona Dêrazorê ye. Nêzî ji sedî 80 ji şêniyan di vê projeyê de dixebitin û debara xwe pê dikin.

Şênî zeviyên xwe bi rêya projeya avdanê ya Beşa 6’an a ku avê ji çemê Firatê dikişîne, av didin.

Çandina sebzeyên sera, wekî xiyar, firingî, kûsa, bacanê reş û zebeşan ji bo şêniyan bajarok mewsima herî girîng e. Di destpêka Kanûnê de dest bi çandinê dikin û meha Hezîranê jî berhemên xwe berhev dikin.

Projeyên çandina sebzeyên sera ji bo şêniyên herêmê di aliyê aborî de alîkariyek e, nexasim sebze bi bihayekî erzan li sûkan tê peydakirin û derfetên kar ji bo karmendan dabîn dike.

Cotkar Ehmed El Mutleq ku xwedî projeyeke çandinê ye got: “Em gelek cûreyên sebzeyan diçînin. Bi vê jî em destekê didin sûka xwecihî û sebzeyan li herêmê peyda dikin."

El Mutleq diyar kir ku ji ber qeşayê mewsima îsal a sebzeyên sera zirar dît û bandoreke nerênî lê bû.

Endamê Komîteya Çandiniyê ya bajarê Şihêl Hemed El Wedûr diyar kir ku li bajarok nêzî hezar donim sebzeyên sera hatine çandin û bi sîstemên avdana bi dilopan tên avdan. Ev jî kalîteya berheman baştir dike û nahêle av zêde were xerckirin.

(mh/fr)

ANHA