Koçberên Girê Spî: Em hêvîdar in ku peyman bibe egera vegera me

Koçberên kampa Girê Spî peyama di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de erênî nirxand û hêvî kir ku bibe egera vegera koçberan.

Koçberên Girê Spî: Em hêvîdar in ku peyman bibe egera vegera me
Koçberên Girê Spî: Em hêvîdar in ku peyman bibe egera vegera me
Koçberên Girê Spî: Em hêvîdar in ku peyman bibe egera vegera me
Koçberên Girê Spî: Em hêvîdar in ku peyman bibe egera vegera me
13 adar, 2025   07:25
EYN ÎSA

Şêniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, peyamana ku 10’ê Adarê di navbera desthilata Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatibû îmzekirin, bi dilxweşî pêşwazî kir. Yek ji xalên wê peymanê vegerandina hemû koçberan bo bajar û gundên wan e.

Koçbera li kampa Girê Spî ya bi navê Cîhan Mistefa der barê mijarê de wiha got: "Em hêvîdar in ku ev peyman mizgîniyek ji me re bîne û bibe egera ku em vegerin bajarê xwe Girê Spî yê em ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirkiyeê jê koçber bûn. "

Cîhanê her wiha got: "Em ji jiyana li kampan û jiyana koçberiyê bêzar bûne. Nêzîkî 5 sal in em li kampê dijîn, ji ber sermaya zivistanê û germa havînê û zehmetiyên jiyanê zehmetiyê dikişînin. Em hêvîdar in ku ev rêkeftin rê ji vê êşê bigire. "

Bêrîvan Hisên jî hêvî kir ku "ev peyman li ser erdê bê cîbicîkirin, û li ser kaxiz nemîne, daku em karibin vegerin ser axa ku jê ku jê koçber bûne, û bibe egera ku em ji dagirkerên Tirk, xilas bibin.”

Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvîdar in ku ev peyman mizgîniyek ji me re bîne, êriş, şer û komkujiyên dagirkeriya Tirkiyeyê ên li ser herêmên me rawestîne û vegera me ya bi ewle bo malên me pêk bîne.”

Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da pêk anî, di encamê de zêdetirî 100 hezar şêniyên bajarê Girê Spî koçber bûn ku 7 hezar ji wan li kampa Girê Spî (nêzî bajarokê Tel El Semin ê Reqayê) dijîn. Ên din jî li Reqa, Tebqa û gundewarên wan belav bûne.

(k)

ANHA