Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Heta ku êriş rawestin berxwedan didome

Şêniyên ku berê xwe daye Bendavê Tişrînê, banga yekitiyê kir û destnîşan kir ku ew ê heta raswestandina êrişan berxwedana xwe dewam bikin.

Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Heta ku êriş rawestin berxwedan didome
13 adar, 2025   05:15
REQA

Çalakiya li Bendava Tişrînê, ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser tevahî herêmê, bi taybet Bendava Tişrînê û Qereqozaqê derbasî meha xwe ya 3’yan bû. 

Şêniyê bi navê Fethî Hesen têkildarî sedema beşdarbûna çalakiyên li Bendava Tişrînê destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê diparêzin, tev li çalakiyan bû

Hesen diyar kir ku ew destwerdanên dewleta Tirk napejirînin û tekez kir ku divê aramî û ewlehî li herêmê misoger bibe.

Şêniya bi navê Itab El Dayf diyar kir ku çalakiya nobedariyê ku ketiye meha 3’yan berdewam dike û ew bi biryar in ku heta daxwazên wan ên rawestandina êrişan û vekişîna dagirkeran ji xaka Sûriyeyê pêk bên, têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk bidomînin.

Itab El Dayf behsa wê yekê jî kir ku heta êrişên dewleta Tirk rawestin û hêzên Tirk ji herêmê venekişin, ew dest ji berxwedanê bernadin.

Şêniyê bi navê Mihemed El Receb daxwaza rawestandina bilez a êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û vekişîna ji hemû xaka Sûriyeyê kir û diyar kir ku divê ewlehî û aramiya herêmê were parastin.

Koçbera ji kantona Efrîn û Şehbayê Newroz Elî jî wiha got: "Em ji bo piştgiriya hêzên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li eniyên şer li ber xwe didin, tê dikoşin. Erka me ye ku em mil bi mil bi wan re bin û ji aliyê moralê ve piştgiriya wan bikin.”

Koçbera ji bajarê Efrînê yê dagirkirî Meryem Ebdid jî got: "Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ereb, Kurd, Suryan, xiristiyan û Tirkmen, ji bo şermezarkirina êrişên dijî bendavê tev li çalakiyên li bendavê dibin û li ber xwe didin."

Meryemê wiha dewam kir: "Ev ne cara yekem e ku ez û hevalên xwe têne bendavê. Her cara ku şêniyên Tebqayê diçin bendavê em jî diçin, heta êriş rawestin em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”

(k)

ANHA

TEBQA

reqa