Li Idlibê teqînek dijwar pêk hat

Li gundewarê bakurê Idlibê teqînek dijwar rû da. Vê êvarê li nêzî bajarokê Fûa teqînek dijwar pêk hat. Di vê hefteyê de ev teqîna duyemîn e.

Li Idlibê teqînek dijwar pêk hat
7 tîrmeh, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarî li herêmeke gundewarê bakurê Idlibê, li nêzî bajarokê Fûa teqînek dijwar pêk hat. Di vê hefteyê de ev teqîna duyemîn e. Ev yek balê dikişîne ser wê yekê ku li wê herêmê çalakiyên leşkerî hene.

Çavkaniyên xwecihî bi bîr xist ku teqîn ji ber teqandina depoya cebilxaneyê pêk hatiye û cihê teqînê di navbera bajarokên Fûa û Zerdena de ye.

(fr)