Çalakvanekî siyasî: Paşguhkirina peymana 10ˊê Adarê wê rewşê biguherîne

Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El Hadî hişyarî da ku paşguhkirina peymana 10ˊê Adarê dê bibe sedema jinûve xêzkirina siyasî û erdîngarî ya Sûriyeyê.

Çalakvanekî siyasî: Paşguhkirina peymana 10ˊê Adarê wê rewşê biguherîne
6 îlon, 2025   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 10’ê Adara 2025ˊan peymanek ji 8 xalan îmze kir. Armanca peymanê birêxistinkirina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de, destpêkirina pêvajoya siyasî ya giştî, rawestandina şer, her wiha entegrakirina saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser di nava saziyên dewletê de ye.

Der barê mijarê de parêzer û şîrovekarê siyasî Adil El Hadî ji ajansa me re axivî. Adil El Hadî anî ziman ku peymana 10’ê Adarê girîng e, ji ber ku mafên bingehîn ên welatiyan mîsoger dike û got: "Ev maf xwezayî ne, pêdivî bi peyman û biryaran nîn e, lê despotîzm sedema vê yekê bû."

El Hadî,  hişmendiya hikumeta veguhêz wekî sedema negavavêtina berbiçav ber pêkanîna bendên peymanê ve destnîşan kir û da zanîn ku hişmendiya hikumetê xwe dispêre despotîzmê, yekalî û dûrxistinê.

El Hadî di dewama axaftina xwe bal kişand ser çawaniya mîsogerkirina avakirina Sûriyeya demokratîk û ev nirxandin kir: "Ji bo parastina Sûriyeyê wek dewlet û gel, divê hikumeta terorîst a ku dest daniye ser desthilatê were hilweşandin. Ji bo avakirina dewleta Sûriyeya demokratîk a laîk divê destpêkê danezana destûrî were guhertin, divê armanca destûrê avakirina dewleta welatiyan be, ne avakirina mîrnişîniyeke (îmarat) îslamî ya ji bo hemû nasnameyan be."

El Hadî îşaret bi armanca hikumeta veguhêz a îmzekirina peymanê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir û got: " Îmarata Îslamî ya dest daniye ser desthilatdariya Sûriyeyê peyman bi QSD'ê re îmze kir da ku balê ji ser komkujiyên li peravê ve bi dûr bixe û binixumîne. Her wiha da ku ji raya giştî re bixapîne û bide nîşandan ku ew dixwaze aramiyê biafirîne. Lê belê dixwaze rejîmek yekane, tepeserker û otorîter ava bike."

Parêzer û şîrovekarê siyasî Adil El Hadî li ser encamên reva hikumeta veguhêz ji sozên xwe hişyar da û ev axaftin kir "Alternatîfa muhtemel rûxandina desthilatdariya selefî ya li Şamê yan jî rûxandina wê ji xwe ber e. Lê encama herî nêzî jinûve xêzkirina nexweşiya siyasî û erdîngarî ya welat e ku li ser esasê serxwebûna pêkhateyan ji vê desthilatdariyê be."

(bb)

ANHA