'Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo me pîroz in

Gerîlayên HPG û YJA Starê girtiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne silav kirin û gotin, "Em ê bi çalakiyên xwe bibin dengê hevrêyên xwe yên girtî."

'Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo me pîroz in
11 ÇILE, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Gabar:di destpêkî hevrêyên xwe yên li zindanan ku niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne silav kir. Ev çalakiya li girtîgehan weke mîrateyekê ji gelê me û me hemûyan re maye. Çanda berxwedanê ya li zindanan ji dîrokê û vir ve dewam dike. Eger em girîngiya çalakiya wan fêhm nekin, em ê nikaribin encameke xurt bi dest bixin. Weke milîtanên Rêber Apo, weke milîtanên vê şoreşê ev çalakiya greva birçîbûnê ji bo me gelekî pîroz e. Em ê bi sekna xwe, bi çalakiyên xwe bersivê bidin hemû êrîşên dijmin. Berxwedana niha ya li çiyayên Kurdistanê bersiveke mezin e li dijî dijmin. Em îro li hemberî dewleteke zalim têdikoşin.

Greva birçîbûnê ya hevrêyên me hêzeke mezin da me. Divê her kesên xwedî wijdan bi rengekî berpirsyar nêzî vê berxwedanê bibe. Çalakiyeke bi vî rengî ya xurt a hevalên me yên li zindanan gelekî pîroz û bi wate ye. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiya hevrêyên me wê bi ser bikeve. Armanca me jî serxisitna vê çalakiyê ye. Têkoşîna me wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike. Ev berxwedan wê her roj hîn bêhtir mezin bibe. Yên ku îro li zindanan li ber xwe didin, yên ku li çiyayên Kurdistanê şer dikin ji mîrateya berxwedanê ya hevalên Hayrî, Kemal, Alî û Akîf hêzê werdigirin. Van hevalan li zindana Amedê li dijî êşkenceya giran bi sekn û berxwedana xwe dîroka gelê Kurd ji nû ve nivîsandin. Gelê me ti carî teslîmî dijmin nebû û ev çanda berxwedanê heta niha dewam kir. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe ya li dijî dijmin dewam bikin.

Gerîlayê HPG'ê Kemal Pîr: Hevrêyên me yên di ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di greva birçîbûnê de ne, silav kir û got: “Çalakiyên greva birçîbûnê xwedî rabirdûyeke dîrokî ne. Ji sala 1982'an û vir ve ev berxwedan li girtîgehan, li kolanên Kurdistanê û çiyê dewam dike. Ji bo azadiya Rêber Apo çalakî têne lidarxistin. Berxwedana îro ya li girtîgehan ji bo azadiya gelê Kurd veguherî çandeke ji bo mirovahiyê. Ev berxwedan ji bo me gelekî girîng e, berxwedaneke dîrokî ye. Ya ku Kemal Pîr û hevalên din kir, berxwedana li dijî zilm û koletiyê bû. Rêbertî niha di bin tecrîdeke giran de ye. Li dijî Rêber Apo şerekî mezin ê psîkolojîk tê meşandin. Dijmin bi êrîşên psîkolojîk êrîşî Rêbertî dike û bi her awayî êşkenceyê dike.

Armanc ji van êrîşan şikandina berxwedana Rêbertî ye. Berxwedana heyî ya Rêber Apo berxwedaneke ji rêzê nîne. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî çi ji destê me tê divê em hîn zêdetir bikin. Ji bo xwedîderketina li nirxên Rêbertî em ê ji her demê bêhtir çalakiyan bikin. Gelê me ji bo azadiya Rêbertî li qadan e. Çalakiya greva birçîbûnê ne tenê li girtîgehan e, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelên me bi çalakiyan piştgiriyê didin. Divê mirovahî li hemberî vê berxwedanê bêdeng nemîne, tevlî vê çalakiyê bibe. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me bê misogerkirin em ê çalakiyên xwe dewam bikin.