Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe

Şêniyên Til Temir û Zirganê çalakiya konvedanê ya li Hesekê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewr girt. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.

Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
Çalakiya konvendanê dewam dike: Girêdana me bi Rêbertî xurtir dibe
12 mijdar, 2023   16:12
HESEKÊ

Çalakiya konvendanê ya li bajarê Hesekê ya bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve li çerxerêya Sebax ve hatiye lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. 

Bi sedan şêniyên navçeyên Zirgan û Til Temirê yên girêdayî kantona Hesekê herikîn bin kon.

Di bin kon de deqeyeke rêz hat girtin, piştre axaftin hatin kirin.

Endamê Însiyatîfa Gel Mihemed Nûrî got: "Ya  îro me li vir di bin vî konî de kom kiriye fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku li tevahî cîhanî belav bûye. Ev yek asta girêdana gelan bi xeta azadî û aştiyê ya Rêbertî nîşan dide."

Mihemed Nûrî anî ziman ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û got: "Dewletên komploger çi bikin jî wê nikaribin berxwedana me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me lawaz bike. "

Endamê Meclisa Navçeya Zirganê Rizgar Silêman jî got: "Ruxmî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, lê girêdana me bi ramanên wî lawaz nabe, lê belê dê xurtir bibe."

Xelkê navçeyên Şedadê û Mergeda dê sibe çalakiyê dewr bigirin.

(bb)

ANHA