Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya saziyên xwe û di çarçoveya dewamkirina pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re beşên nû yên sotemeniyê li gundewarên Dêrazorê belav kirin.

Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê
Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê
Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê
Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê
Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê
Li Dêrazorê xebatênbelavkirina sotemeniyê
12 mijdar, 2023   16:46
DÊRAZOR

Di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rêya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî ya Dêrazorê Nivîsgeha Sotemeniyê ya Meclisa Herêma Rojhilat beşeke nû ya ′benzînê′ li xwediyên erebe û motosikêltan belav kir.

2 benzînxane li rojhilatê Dêrazorê; benzînxaneya Cebel a li bajarokê Keşkiye û benzînxaneya Hewame ya li bajarokê Hecîn hatin diyarkirin, da ku 25 lître benzîn ji erebeyan re û 10 lître ji motorsiklêtan re bi hezar û 700 lîreya sûriyeyê bo her lîtreyekê belav bikin.

Di "Kongreya Geşkirina Ewlehî û Îstîqrarê ber bi pêşxistina û pêkanîna hevbeşiyê li Dêrazorê de" ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistibû gelek biryar hatin dayîn; ji wan zêdekirina xizmetguzariyan li gundewarên Dêrazorê.

(fr)

ANHA