Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû

Rêxistina Sara  ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan di panelekê de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
Sûcên dewleta Tirk a dagirker mijara panelekê bû
12 mijdar, 2023   15:50
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan, panlek li dar xist. Di panelê de behsa sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk tînin, hate kirin.

Panel li hola civînan a li beşa rojava yê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hat lidarxitin. Bi dehan endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.

Rêvebera Rêxistina Sara Necla Hemze diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên  sûcên herî hovane li dijî mirovan pêk tîne, bi van sûcan tevahî qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovî û exlaqî bin pê dike.

Necla anî ziman ku herî zêde jin û zarok berdêlên şeran didin û wiha pê de çû: "Jin û zarok tên revandin, kuştin, îşkence li wan tê kirin, têne koçberkirin û êrişên zayendî li ser wan têne kirine. Bi hezaran belge li ser van hene û bi dehan sûc nehatin aşkerakirin."

Necla Hemze destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van sûcan armanc dike îradeya jinan bişkîne.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Endama Navenda Lêkolînên Jinelojî û Parastina Jinan û endama Rêxistina Mafên Mirovan Naîla Mihemed di ser de NY′yê bang li rêxistinên jinan kir ku rewşa jinên li herêmên dagirkirî, bi taybet ên di girîgehan de bibînin, hesab ji sûcdaran bipirsin û dawîn li binpêkirinên li dijî jin û zarokan bînin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Emîne Beyrem jî avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê wekî pêngava rizgarkirina jinan nirxand û got: "Binpêkirin û tundiya li ser jinan tê kirin ji hezarên salan ve ye. Lê bi fikrê tevgera azadiyê, jinan xwe bi rêxistin kirin û roleke sereke di tevahî qadan de dilîzin, jin ji bo serkeftinê jî gavan diavêjin."

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatma Hesen got, xwedîdketina jinan li hev rêya herî guncaw a têkbirina zîhniyeta baviksalar e ku sûc û tundiyê li jinan dike.

(bb)

ANHA