Washington: Hûsiyan 2 moşek ber bi Deryaya Sor ve avêtin

Sentcomê ragihand ku Hûsiyan roja sêşemê bi 2 moşekên dijkeştiyan ber bi Deryaya Sor ve avêtine.

Washington: Hûsiyan 2 moşek ber bi Deryaya Sor ve avêtin
3 ÇILE, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Sentcom) li ser hesabê xwe yê "X" got: "Hûsiyan 2.1. 2024 roja sêşemê bi du moşekên palistî dijî keştiyan, ji herêmên di bin kontrola xwe de li Yemenê ber bi başûrê Deryaya Sor ve avêtine."

Sentcomê diyar kir ku gelek keştiyên bazirganiyê ragihandin ku êrişê bandor li wan kiriye lê di heman demê de, der barê zirarê de tu agahî nedane.

Sentcom ragahand ku ji 19`ê Mijdarê ve, 24 êrişa li dijî keştiyên bazirganiyê yên li başûrê Deryaya Sor hatine kirin.

Koma Ensarullah "Hûsî" ragihandibû ku ew plan dike keştiyên girêdayî Îsraîlê yan jî diçin benderên wê, bike hedef.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li hember êrişan, ji bo parastina navîgasyonê li Deryaya Sor bi gelek dewletên din re hevalbendiya "Nobetdarê Geşepêdanê" ragihand.

(şx)