Bîlançoya 24 saetên dawîn: 9 çete hatin kuştin, gelek çek û erebe hatin desteserkirin

QSD’ê ragihand ku li bakurê Bendava Tişrînê di berxwedana 24 saetên dawîn de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, erebeyên leşkerî û çek hatin desteserkirin.

Bîlançoya 24 saetên dawîn: 9 çete hatin kuştin, gelek çek û erebe hatin desteserkirin
7 sibat, 2025   14:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer û çalakiyên 24 saetên dawîn ên li xeta Tişrînê ragihand.

QSD’ê ev agahî parve kirin:

“Duh (Pêncşem) saet di 04.00’an de, şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rûda. Di encama şer de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, endamên din ên çeteyan jî çek û erebeyên xwe yên leşkerî li dû xwe hiştin û ji qada şer reviyan. Şervanên me dest danîn ser çek û erebeyên leşkerî yên çeteyan. Çeteyan hewl da li nuqteya xwe ya leşkerî vegerin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me re rû bi rû man. Di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûn. Çeteyan di cara sêyemîn de piştî ku teqwiye anîn, êriş kirin, lê ji ber derbeyên giran ên şervanên me neçar man bi temamî ji herêmê birevin û nuqteya xwe ya leşkerî kirin hedef. Bi qasî hat tesbîtkirin 7 çete hatin kuştin û gelek çete jî hatin birîndarkirin.

Şervanên me li nuqteya çeteyan a li bakurê Bendava Tişrînê xist û windahî gihandin wan. Lê hejmara windahiyan nehat zanîn. Piştî ku tevgera çeteyan di nuqteyeke leşkerî de hat dîtin, cara duyemîn hat hedefkirin û şer derket. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Her wiha hêzên me balafireke leşkerî ya xwekuj xist.

Li hemberî van êrişan jî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyeke bibandor li nuqteya çeteyan a li bakurê Bendava Tişrînê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hin çete jî birîndar bûn, her wiha miqdareke çek û cebilxane hat desteserkirin.

Bîlançoya windahiyên çeteyan ên li eniya Bendava Tişrînê:

- 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

- Miqdareke çekên ferdî û alavên leşkerî (5 BKC), çekeke B7, rextek, çekeke Kalaşnîkov, çekeke Brno, dûrbîneke leşkerî û hin alavên din hatin desteserkirin.

-  9 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk duh tevahiya rojê li herêmê digeriyan û êrişên bi obîsên giran li derdora bendavê ranewestiyan.

Dewleta Tirk a dagirker derdora Pira Qereqozaqê bi obîsên giran, moşek û tankan ketober topbaran kir; bi nêzî 50 topan gundên Tîne, Cade, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sêvî û Qereqozaqê yên li başûrê Kobanê kirin hedef. Di encamê de zirarên madî yên mezin li baxçe û malên welatiyan bûn."

(bb)

ANHA