Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn

Heyfa Silêman Îsmaîl a ku li gundê Aşmê yê Kobanê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûye, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef û got, divê hesab ji dewleta Tikr bê pirsîn.

Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
Birîndara êrişa li gundê Aşmê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
2 sibat, 2025   10:28
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXOا

Dewleta Tirk a dagirker duh êvarî li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê maleke welatiyan bi balafirên şer bombebebaran kiribû. Di encama bombebaranê de 7 jê zarok 10 kes ji malbatekê birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: Yûsif Cemal Derwîş (4), Şêrin Silêman Îsmaîl (5), Evîn Silêman Îsmaîl (2), Mihemed Cemal Derwîş (8), Xezalê Cemal Derwîş (2), Heyfa Silêman Îsmaîl (35), Sebah Silêman Îsmaîl (26), Emîna Cemal Derwîş (13), Arîn Cemal Derwîş (1), Ehmed Îbrahim Derwîş (46).

Birîndara bi navê Heyfa Îsmaîl a ji dest û lingê xwe ve birîndar bûye niha li Nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.

Heyfa der barê êrişî de  diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi balafirên şer êrişa mala wan kir û wiha axaftina xwe domand: “Em 17 kes li mala xwe rûniştî bûn. Ji nişkave me dît ku mala me li ser me de hat xwarê. Gundiyan hatin em ji bin mala hilweşiyayî derxistin.”

Heyfa Îsmaîl anî ziman ku hemû kesên di mal de sivîl bûn û got: " Tu kesek eskerî di nav me de tune bû. Ma dewleta Tirk a dagirker ji sivîlan çi dixwaze? em di mala xwe bûn, çima dewleta Tirk li malên sivîlan dixe. Ev ne cara yekemîne ku sivîlan dike hedef."

Heyfa Îsmaîl bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin, lê hesab ji dewletaTirk bipirsin.

(bb)

ANHA