Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li gundê Aşmê daxuyaniyek da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Aşmê ku di encamê de ji malbatekê 10 kes birîndar bûne, şermezar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li gundê Aşmê daxuyaniyek da
2 sibat, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Aşmê yê de daxuyaniyek nivîsekî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja Şemiyê (1 Sibatê) li gundê Aşmê yê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 7 zarok, 2 jin û mêrek birîndar bûne. Ev êriş binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan di demên şer de ye. Em vî sûcê hovane bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku em ê pabendî parastina gelê xwe û mafên wê bin. Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo rawestandina van binpêkirinan zextê li dewleta Tirk bikin. Aştî û edalet mafekî rewa yê gelê me ye. Em ê têkoşîna mîsogerkirina ewlehî û silametiya gelê xwe bidomînin."

(bb)

ANHA