Biradost Mîtanî: PKK`ê partîbûn derbas kir û bû hêzeke bibandor li Rojhilata Navîn

Nivîskar Biradost Mîtanî rola PKK’ê û Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna guhertinên bingehîn ên siyasî û civakî li Rojhilata Navîn de nirxand û diyar kir ku êdî ew partî ne tenê rêxistineke siyasî ye, lê bûye tevgereke berfireh ku bi xurtkirina demokrasî û jiyana hevbeş xizmeta berjewendiyên gel dike.

Biradost Mîtanî: PKK`ê partîbûn derbas kir û bû hêzeke bibandor li Rojhilata Navîn
11 hezîran, 2025   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Nivîskar û lêkoînerê dîrokê Biradost Mîtanî diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Rêber Abdullah Ocalan ne wek partiyeke siyasî ya kevneşopî yan kesayeteke takekesî, lê wek tevgereke ku bandoreke kûr li civak û siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye, têne dîtin. 

Biradost Mîtanî diyar kir ku PKK`ê birêxistinbûna xwe ya kevneşopî derbas kiriye û bûye tevgereke berfireh a mafên gelan diparêze, berjewendiyên gel di ser hemû berjewendiyan re digire û kapîtalîzmê red dike. Ev yek bûye sedema guhertinên bingehîn di raman, çand û nêzîkbûna neteweyan de.

Mîtanî destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û PKK`ê di pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de roleke mezin lîst, bi taybetî li Tirkiyeyê ku demeke dirêj polîtîkayên înkarê li hemberî neteweyên cuda pêk tîne. Her wiha destnîşan kir ku ev felsefe bûye sedema guhertina hişmendiya Tirkan, vê hiştiye ku derfeta pêkvejiyanê di navbera Kurdan, Tirkan û gelên din de çêbe.

Têkildarî bandora PKK`ê ya li Sûriyeyê Mîtanî diyar kir ku cara yekemîn demokrasî û jiyana hevbeş a gelan pêk hat bi saya vê felsefeyê bû, lewma ji bo avakirina sîstemeke siyasî ya nenavendî têkoşîneke hevpar hate kirin. PKK`ê di parastina maf û zimanê Kurdan de jî ku ji ber înkarkirinê ketibûn ber xetereyê, rolek girîng lîst.

Her wiha Mîtanî diyar kir ku partiyên din ên kurdî li Sûriyeyê serkeftineke rasteqîne ji bo bihêzkirina nasnameya kurdî bi dest nexistine, lê PKK`ê guhertinên bingehîn pêk anî û gelê kurd kir hêzeke bingehîn li Sûriyeyê û ji bo bidestxistina azadiyê û parastina hemû civakan bû mînak.

Biradost Mîtanî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku PKK û Rêber Abdullah Ocalan sedemkarên nûjenkirinê ne ku ji bo gelan serkeftinan bi dest dixe û destnîşan kir ku hêza PKK`ê heye ji berdewamkirina têkoşîna ji bo xizmeta gel û piştgiriya dozên mafdar.

Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan bangawaziyek dîrokî ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û xwest PKK konreyekê li dar bixe û xwe fesih bike. Piştî bangewaziyê yekser li seranserê Kurdistan û cîhanê gotûbêj û nirxandinan dest pê kir. Di 1’ê Adara 2025’an de PKK`ê agirbest ragihand û di navbera 5 û 7’ê Gulanê de konreya xwe ya 12’emîn li dar xist û fesixkirina partiyê ji raya giştî re ragihand.

(k)

ANHA