Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike

Xebatên sererastkirinê yên Katedrala Mar Circis a Suryanên Ortodoks ku yek ji kevntirîn dêrên xiristiyanan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dewam dikin.

Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
Sererastkirina Katedrala Mar Circis dewam dike
11 hezîran, 2025   06:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Li navenda bajarê Hesekê, Katedrala Mar Circis a Suryanên Ortodoks, li hember guhertinan û trajediyan xwe ragirtiye û wek şahideke berxwedana gelê Suryan e. Ev katedral ku di destpêka sedsala 20`an de piştî komkujiyên Seyfo hate avakirin, ji sala 2022`yan ve ji nû ve tê sererastkirin. 

BÎRDANKA PIŞTÎ KOMKUJIYÊ

Katedral di destpêka sedsala 20'an de hatiye avakirin, piştî dema ku bi hezaran xiristiyanên Suryan ji ber "Komkujiyên Seyfo" ku di sala 1915'an de ji aliyê Dewleta Osmanî ve li dijî wan hat kirin, li bajarê Hesekê bi cih bûn. Bi demê re, dêr bû navendeke olî û civakî ya civaka Suryan û sembola nasnameya wan.

Der barê mijarê de metranê Dêra Cizîrê û Firatê Mar Maurîs Emsîh ji ajansa me re wiha got: "Piştî komkujiyên Seyfo û hatina gelê me bo Sûriyeyê, me ev katedrala ku bûye yek ji dêrên herî mezin ên li Rojhilata Navîn, ava kir. Tevî ku şerên li herêmê bû sedema rûxandina cihên olî jî lê me dest ji dêra xwe berneda û 3 sal berê dest bi sererastkirinê kir, ji ber ku em bawer dikin ku girêdana bi axê re rêya jiyanê ye."

VEGERANDINA HÊVÎ Û NASNAMEYÊ

Di çarçoveya xebatên sererastkirinê de, dê binesazî, birc û xemlên hundir bêne nûkirin, lê karakterê avahîsaziyê yê resen dê were parastin.

Metran Emsîh her wiha got: "Em dêrê ji nû ve ava bikin, lê di rastiyê de em ruhê xwe ji nû ve av dikin, hêviyê nû dikin, hebûna xwe ya li ser axa xwe diçespînin. Ev xebat peyamek e ji bo hemû kesên çûyî re ku vegerin û beşdarî avakirina welat û nasnameya xwe bibin."

JI BO HEMÛ SÛRIYEYIYAN NÎŞANEKE ŞARTISTANIYÊ

Katedrala Mar Curcis li qadeke 950 metredam hatiye vakirin, hola wê ya sereke têra zêdetirî hezar û 200 kesan dike. Her wiha ew navenda metranê Dêra Cizîrê û Firatê ye ku ji herêmên Hesekê, Dêrazorê û hin beşên Firatê, pêk tê.

Metran Emsîh got: "Ev dêr ne tenê sembola xiristiyanan e, di heman demê de mîrateya hevpar a çandî û mirovî ya hemû civakên Cizîrê ye. Dema xebatên sererastkirinê bi dawî bibin, em ê bi amadebûna Patrîk Mor Ignatius Afram, patrîkê Dêra Ortodoks a Suryanan û Antakya ya Rojhilatê, şahiyekê li dar bixin.”

Tevî wêraniya ku di ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê de li ser katedralê çêbûn jî, lê katedral îro wek semoboleke berxwedanê ji nava kavilên şer derdikeve. Bi rêya wê, Suryanên Ortodoks baweriya xwe ya bi axê nîşan didin.

(k)

ANHA