Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan

Hemwextî binpêkirina dem demî ya agirbestê, bîlançoya qurbaniyên komkujiya li Siwêdayê girantir dibe ku ji 13`ê Tîrmehê ve hezar û 420 kes hatiye kuştin.

Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan
26 tîrmeh, 2025   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî binpêkirina agirbestê, nebûna ewlehiyê û çavdêriyeke çalak û di encama yek ji pêlên tundiyê yên herî dijwar li Siwêdayê de, ji 13`ê Tîrmehê ve hezar û 420 kes hatiye kuştin. Jê 250 hatine darvekirin.

Êvara şemiyê, ji eniya bajarokê Kenakir taxên rojavayê bajarê Siwêdayê hatin topbarankirin. Top li Girê El Hedîd û dora wî, ketin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) komên çekdar ên “êlên El Bedo” êriş kiriye û bi wê yekê re agirbest binpê kiriye.

Hemwextî êrişê, dizî û talankirina bajarokê Kenakir ev 2 roj e berdewam in. Heta niha hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz ku li rojavayê Siwêdayê bi cih bûne, destwerdan nekirine.

Hêzên ewlekariyê, komeke sivîl gulebaran kirin dema hewl da rêya El Sale vekin û xwe bigihînin zeviyên xwe yên dorpêçkirin. Cotkar bang dikin ku destûr ji wan re bê dayîn da ku biçin nava zeviyên xwe û bixebitin. Lê hêzên ewlekariyê bi zorê nahêle cotkar biçin nava zeviyan. Lewma rewşa mirovî li herêmê aloztir dibe.

(şx)