Macron ji El Şeri re: Divê danûstandinên Şam û QSD’ê pêşve biçin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku ew bi Serokê Hikûmeta Veugêz a li Sûriyê Ehmed El Şeri re axiviye. Macron aşkera kir ku wî ji El Şeri re gotiye divê danûstandinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re pêşve biçin û çareseriyeke siyasî bi aliyên navxweyî re were dîtin.

Macron ji El Şeri re: Divê danûstandinên Şam û QSD’ê pêşve biçin
26 tîrmeh, 2025   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN  

Macron aşkera kir ku tundiya vê dawiyê li Sûriyeyê, nîşaneya zeîftiya proseya veguhêz e û divê sivîl werin parastin.

Macron ji El Şeri re gotiye ku bi tu awayî nabe bûyerên tundiyê li Sûriyeyê dubare bibin û divê sûcdar werin darizandin.

Macron da zanîn ku wan bi Israîlê re nîşqaş kiriye û hevkariya xwe di warê aramiya sînorê Sûriyeyê û Lubnanê de anîne ziman.

Macron bi El Şeri re nîqaş kiriye ku divê çareseriya siyasî bi aliyên navxweyî re peyda bike, danûstandinên bi QSD`ê re pêş bixe. Li gorî Macron gotubêjên sêalî, gavên bê jî diyar kirin.

(şx)