Di foruma eşîran de daxwaza Sûriyeya demokratîk a nenavendî hate kirin

Şêx, rûspiyên eşîr û qebîleyên Ereb, Kurd û Suryan piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kirin û pabendîbûna xwe ya bi yekitî û hevgirtinê li hember hewldanên derxistina nakokiyan piştrast kirin. Her wiha şêx û rûspiyan ji bo avakirina dewleteke demokratîk û nenavendî bang kir ku pirrengiya siyasî û mafên tevahî pêkhateyan misoger dike.

Di foruma eşîran de daxwaza Sûriyeya demokratîk a nenavendî hate kirin
26 tîrmeh, 2025   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi hevkariya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li hola partiyê ya li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê, ji bo kesayetiyên navdar, şêxên eşîran û rewşenbîrên Kurd, Ereb û Suryanan forumek li dar xist.

Armanca forumê xurtkirina hevgirtina civakî û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ye.

Di forûmê de ji eşîra Del Memka ya Kurd, Nûr El Dîn Şakir li ser dîroka hevpar a ku civakên cihêreng ên herêmê bi hev re girê dide axivî û tekez kir ku têkiliyên civakî û çandî yên di navbera Kurd, Ereb û Suryanyan de di dîrokê de bingehek xurt ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan, peyda kirine.

Şakir wiha domand: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê gaveke guhertinê ya girîng e ku hewldanên QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên ji bo têkoşîna li dijî terorê, hewldanên fitneyê û parastina axa Sûriyeyê, yek kirin.”

rûspiyan bi tundî komkujiyên li peravên Sûriyê û Swêdayê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew li dijî parçekirina welêt in.

Di dawiya forumê de, li ser navê rûspiyên eşîr û qebîleyên Kurd, Ereb û Suryan ên li Tirbespiyê daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Şêx Ala edîn Ehmed, Şêxê eşîra Heyalî Asyad ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

"Em, şêx û rûspiyên eşîr û qebîleyên herêma Tirbespiyê, helwesta xwe ya xurt di piştgiriya QSD`ê de ji nû ve tekez dikin. Em wan wekî hêza neteweyî ya parastina aştiya navxweyî û garantorê ewlehî û aramiya li seranserî Sûriyeyê dibînin.

Em piştgiriya xelkê xwe yê li parêzgeha Siwêdayê, durziyan dikin û bi tundî hewldanên aramiya wan şermezar dikin. Em helwesta wan a nîştimanî û mirovî pîroz dikin ku hewl didin ax û rûmeta xwe biparêzin.

Divê sûriyeyî tev da nirxên biratiyê, hezkirinê û jihevfêmkirinê, belav bikin. Cureyên fitneyê, şerê navxweyî red bikin û li hember gotinên nefretê û sorkirinê li ber xwe bidin.

Komkujiyên li dijî birayên me ên elewî li peravê, şermezar dikin. Em careke dikin soz didin ku ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê bi hev re û hevgirtî kar bikin. Ji bo avakirina siberojeke aştiyane, adil û geş, dewleteke demokratîk a nenavendî û pirreng a ku mafên pêkhateyan, taîfeyan, mezheban û kêmneteweyan diparêze, hevkariya bi QSD`ê re bidomînin.”

(ac-şx)