Bîlançoya bagera Hindistanê giran bû: 111 kes mirin

Li gorî daneyên nû yên ji aliyê rayedarên herêmî ve hatiye ragihandin, hejmara kesên ji ber bagera li eyaleta Uttar Pradesh a bakurê Hindistanê mirine gihîştiye 111 kesan.

Bîlançoya bagera Hindistanê giran bû: 111 kes mirin
15 gulan, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The Hindu, Ofîsa Operasyonên Rizgarkirinê ya girêdayî Rêveberiya Karesatan a eyaleta Uttar Pradesh a Hindistanê, hejmara kesên ji ber bagerê mirine gihîştiye 111 kesan û 72 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên berê,  di bagerê de ku roja çarşemê (13 Gulan 2026) li herêmê rabibû, 89 kes mirin.

Li eyaleta Uttar Pradeshê ku nifûsa wê ji 240 mîlyon kes e, di demsala mûsonê de gelek caran bahoz û bayên bihêz radibin. Birûsk jî dibe sedema sereke ya mirinan.

(bb)