Wêne û dîmenên wêraniya li Bendava Tişrînê 

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, zerarên mezin li Bendava Tişrînê bûn û bendav ji xizmetê derketiye. Pê re jî ceyran li kantonên Firat û Minbicê qut bûye.

Wêne û dîmenên wêraniya li Bendava Tişrînê 
15 kanûn, 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirka  dagirker û çeteyên wê di 13ˈê kanûnê de êrişên giran anîn ser Bendava Tişrînê ya li kantona Firatê. Ji ber êrişan zerarên mezin li bendavê bûn û ji xizmet derket. Pê re jî ceyran li ser kantonên Firat û Minbicê qut bû.

Nûçegihana ajansa me (ANHA) ku xwe gihand Bendava Tişrînê dîmen û wêneyên ziyanên li avahiya rêveberiya bendavê bûne kişandin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 13’ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk çûn. Her wiha ragihand ku di şer û pevçûnan de  210 çete hatin kuştin, 39 wesayîtên leşkerî û 6 tankên artêşa Tirk a dagirker hatin ruxandin  û li her du eniyan 5 balafirên xwekuj hatin xistin.

(k)