Serokkomarê Lubnanê: Artêşa Lubnanê dê li başûr bi cih bibe

Serokkomarê Lubnanê ragihand ku piştî vekişîna hêzên Îsraîlê dê artêşa Lubnanê li başûr bi cih bibe û çek dê tenê destê hêzên ewlekariyê de bimînin.

Serokkomarê Lubnanê: Artêşa Lubnanê dê li başûr bi cih bibe
17 nîsan, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Josef Ewn îro ragihand ku piştî vekişîna hêzên Îsraîlê, dê artêşa Lubnanê li herêma sînor a başûrê welat bi cih bibe û got: "Ji bilî artêşê û hêzên ewlehiyê yên rewa, dê tu hêzeke çekdar li ser axa Lubnanê nemîne.”

Ewn di hevdîtina xwe ya îro ya li gel parlamenteran a li Beyrûtê de, dan û standinên bi Îsraîlê  bi "zelal û qonaxî" bi nav kirin. Her wiha xwest helwesta neteweyî di qonaxa pêş de yek be.

Josef Ewn anî ziman ku helwesta dewleta Lubnanê ew e ku agirbest pêk were, hêzên Îsraîlê ji başûrê welat vekişin, dîlgirtî werin berdan û dosyayên asêmayî yên der barê sînor de werin çareserkirin.

Ewn her wiha got: “Artêşa Lubnanê piştî vekişîna Îsraîlê dê li sînorê başûrê Lubnanê bi cih bibe û diyardeyên biçekbûnê bi dawî bike û dilê niştecihên başûr piştî ku vegerin gund û herêmên xwe rihet bike."

Serokkomarê Lubnanê anî ziman ku agirbest deriyê sereke yê temamkirina pêvajoya muzakereyan e û da zanîn ku di serî de DYA, hêzên herêmî û navneteweyî piştgiriyê didin agirbestê. Serokkomar agirbest û piştevaniya erebî û herêmê wek "derfeteke ku dibe neyê dubarekirin û ji dest neçe" bi nav kir.

(bb)