Li Helebê lehî rabû

Li Helebê ji ber baranê lehî rabû û ava baranê kete hin malan û dikanan. Her wiha trafîka erebeyan asteng bû.

Li Helebê lehî rabû
2 cotmeh, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji êvara pêncşemê ve li bajarê Helebê ji ber ji ber barîna baranê lehî rabû û ava baranê kete hin malan û dikanan, her wiha trafîka erebeyan asteng bû.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal belav bûne, avê daye ser mal û dikanên taxên Selahedîn, Seyf El Dewle, Fayd û Kerem El Cezmatî, her wiha kolana El Afrah û vê yekê trafîka li wan deveran asteng kiriye.

(k)

ANHA