Bi boneya Roja Radyo ya Cîhanê gelek rojnamevan hatin xelatkirin

Yekitiya Ragihandina Azad têkildarî girîngî û dîroka radyoyan û rêbazên pêşxistina wan saziyan li herêmê semînerek da.

13 sibat, 2024   15:51
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Radyo ya cîhanê semînerek bi navnîşan "Radyo; dengê şoreşa civakî" li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar xist. Komeke rojnamevan, rojnameger û karmendên radyoyên xwecih ên kantona Cizîrê tev li semînerê bûn.

Nivîskdar û rojnameger Diyar Bohtî û rojnamevan Nêrgiz Îsmaîl semîner bi rêve birin û behsa dîrok, girîngiya radyo û rewşa radyo li herêmê kirin.

Girêdayî sedem û hêmanên li pêşiya pêşketina radyoyê li cem kurdan û siyasetên dewletên dijberî gelê Kurd Bohtî got: "Li rex wan siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd û bûn sedem ku ji mafên xwe bê par bimîne, wan dewletan di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl dan radyoyên ku bername bi zimanên kurdî diweşandin, bisekinîne."

Nêrgiz jî balkişand ser rola girîng a avakirina radyoyayn li herêmê û ew pêvajo bi "şoreşa radyoyê" wesifand.

Li gor YRA`yê heta niha 15 radyo li herêmê hene ku bi zimanên fermi yên herêmê; erebî, kurdî û suryanî bernameyên xwe diweşînin. Li rex wan jî radyoyeke taybet a kar û barên jinan bi navê Star FM heye.

 Têkildarî rewşa radyo li herêmê Nêrgiz got: "Gelek pêwîst e di karê xwe de bigihêjin asteke gelek pêşketî. Kadroyên radyoyê divê perwerde bibin ji bo ku bibin dengê şoreşa civakî ya li herêmê."

Di dawiya semînerê de, gelek rojnamegerên di radyoyayn de kar dikin ji aliyê Yekitiya Rojnamegeriya Erebîy a Navneteweyî ve bi rêya nûnerê wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Zaza hatin xelatkirin. Rojnamevanên hêjeyî xelaktirinê hatine dîtin ev in: Mîrxan Imadî, rojnamevana radyoya Dengê Jiyanê Sozdar Îsmaîl û ji radyoya Orkêş Sebah Hemo.

Her sal 13`ê Sibatê Roja Radyoyê ya Cîhanê ye ku UNESCO`yê sala 1946`an ku dîroka yekemîn radyoya NY`yê ye, wek rojeke fermî a radyoyê diyar kir.

(şx)

ANHA