Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin

Li ser wesîyeta wê şehîd Sorxwîn Rojhilat li bajarê Kobanê hat oxirkirin. Şêniyan soz dan ku tola wê ji dewleta Tirk a dagirker hilînin.

Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Sorxwîn Rojhilat bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hate oxirkirin
13 sibat, 2024   15:31
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê şandeyên ji kantonên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevalên şehîd Sorxwîn yên YPJ`ê tev li merasîma oxirkirina şehîd Sorxwîn Rojhilat bûn.

Di 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker û faşîst li hemberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nemerdane pêk anî. Di vê êrişê de fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê li dar ket. Ji Fermendarên YPJ’ê Rojda Felat axivî û got: " Em ê tola şehîdên xwe hilînin û ti carî jî vê yekê ji dijmin re nahêlin. Sorxwîn hêviya xwe ew bû ku li Kobanê û di goristana Şehîd Dîcle de cih bigre. Bi kesayeta xwe ya dilnizim bi her awayî têdikoşiya. Em wek hevrêyên Sorxwîn em soz didin ku em ê tola wê hilînin."

Li ser navê malbata şehîd Sorxwîn û li ser navê Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê Nûcan Rojhilat axivî û wiha got: "Hêzên dagirker li çiyayên azad ji bo tunekirina hêza gerîla serî li her rêbazê dide. Dixwaze vê netewê tune bikin, dixwazin di şexsê Rêber Apo de netewa me tune bikin. Gotina Heval Sorxwîn jî ew bû, divê em xwedî li welatê xwe derkevin em xwedî vî welatî ne divê em xwedî jî lê derkevin. Sorxwîn di nava şerê Kobanê de bi Gelhat, Sorxwîn û Abu Leyla re cih girt. Gotina heval Sorxwîn ew bû ku em ê civaka xwe, welatê xwe û netewa xwe biparêzin. Em ê jî xwedî li wê xeyalê Sorxwîn derkevin."

Her wiha di merasîmê de şehîd Çîçek Kobanê ya ku tevî 4 hevalên xwe yên HRE`yê 3`yê Çileyê di çalakiyekê li dijî baregehên dweleta Tirk a dagirker de li gundê Basilê yê bajarê Efrînê yê dagirkirî şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Birayê Şehîd Çîçek Kobanê, Berxwedan Berekat jî axivî û diyar kir ku ew ê tola hemû şehîdan hilînin û got: "Bila dengê me bigihije, dijmin em ê tola şehîdan rakin, em şervanên Rêber Apo ne."

Piştra nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hate veşartin.

(şx)

ANHA