Bi şahî, vekirina parkan û çandina daran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û pîrozbahiyên bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, didomîne.

5 nîsan, 2025   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahî, vekirina parkan û şitilgehan û çandina daran didomon.

TEBQA

Komîteya Jinan a Şaredariya Gel a Tebqayê bi beşdariya dehan xelkê herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser, deste, meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan Zenûbiya, koçberên Efrîn û Şehba yên li kantona Tebqa şitilgeha "Gardînya" vekir.

Dayikên şehîdan deriyê şitilgehê vekir. Dûre beşdar li hundirê şitilgehê geriyan. Li wir cîgira Hevseroka Şaredariya Gel a Tebqayê Macîde Kerîm axivî û got: "Ev şitilgeh wê bibe toveke nû di rêwîtiya têkoşîna jinan de."

Şitilgeh li kêlek avahiya avê ya li Tebqayê ye, rûbera wê 3 donim e û dikare zêde bibe. Di şitilgehê de darên xemlê, hawîrdor, bermehdar, nebatên xemlê û tovên curbecur ên kulîlk û darên berhemdar hene.

Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê, bi beşdariya şêniyên bajêr û saziyan, li Parka 4’ê Nîsanê ya Tebqayê 100 darên curbecur çandin.

REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqa bi wesîleya rojbûna Rêber Apo li ber çemê Firatê ya li nêzî Pira Nû şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endama Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Fehîme El Casim axivî û diyar kir ku Rêber Apo xwedî fikra rizgariyê ye ku gel hêz û moralê jê werdigirin û têkoşîna wî hêvî da gelan.

Her wiha berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûs El Îsa peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan xwend.

Li aliyekî din jî hevseroka Yekitiya Şaredariyana a kantonê Sena El Yûsiv axivî û got mîlada Rêber Apo mîlada fikir, dengê berxwedanê û lêdana dilê neteweya ku li rastiya xwe digere, ye.

Di dawiya şahiyê de koma Hêlîn Cûdî, koma Palmêra hunerên xwe pêşkêş kirin.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê li qada Rêxistinên Civaka Sivîl a li herêma Meamêl a Dêrazorê 4’ê Nîsanê pîroz kir.

Li wir peyama Rêber Apo ya ji bo jinan hat xwendin. Her wiha endamê Meclisa Rêveber a Dêrazorê Ebdulxenî El Ehmed got rojbûna Rêber Apo jinûve vegerandina jiyanê û rûmetê ji gelan re ye.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Felek El Osman ev bone pîroz kir û got: "Em vê rojê li neteweya demokratîk, Rêber Apî û tevahî cîhanê pîroz dikin."

Çalakî bi çandina daran li Çerxerêya Şehîdan a li herêma 7 Kîlo ya li Meamêl bi dawî bû.

EYN ÎSA

Girêdayî heman mijarê, Şaredariya Gel a bajarê Eyn Îsayê bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan parkek nû vekir. Di parkê de 200 darên curbecûr hatin çandin.

Di çalakiyê de cîgirê Hevserokatiya Şaredariyê Ehmed El Mistefa axivî û got ew her sal bi vê wesîleyê daran diçînin ku sembola rojbûna fikra demokratîk e.

TIL HEMÎS

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîsê şahiyek ji zarokên şehîdan re bi heman wesîleya 4’ê Nîsanê organîze kir.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîs Xalid El Nayif bi xêrhatina malbatên şehîdan û malbatên lehengên QSD’ê û YPJ’ê yên li eniyên şer kir.

El Nayif wiha domand: "Lehengên me yên şehîd ew in ku di dilên me de serbilindî û rûmet ava kirin û bi fedekariya canê xwe me karî xwe azad bikin û li ser bingeha biratiya gelan di navbera hemû pêkhate û mezheban de bibin gelên demokratîk.

Şehîdên me, bi rêya fedakariyên xwe, di dilên me de serbilindî û rûmet da avakirin. Me karî xwe rizgar bikira û li ser bingeha biratiya gelan di nava pêkhate û etnîkan de bibin gelên demokratîk."

Di dawiyê de zaroka Alaa El Mihemed helbestek li ser fedakariyên şehîdan xwend, koma Esale stranên zarokan gotin û dîlan hatin gerandin.

(fr)

ANHA