Şanoya roja yekemîn a Festîvala Şehîd Yekta Herekol "Mûzîka Sor"

Koma "Hevalên Gezîze" di roja yekemîn a Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekita Herekol de şanoya bi navê "Mûzîka Sor" pêşkêş kir.

Şanoya roja yekemîn a Festîvala Şehîd Yekta Herekol "Mûzîka Sor"
5 nîsan, 2025   19:37
QAMIŞLO

Koma "Hevalên Gezîze" ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê berê xwe da Qamişloyê, da ku beşdarî çalakiyên Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bibe. 

Komê bi navê "Mûzîka Sor" şanoyek pêşkêş kir. Derhêner, nivîskar û aktora şanoyê Gezîze Omer e. Şano balê dikişîne ser astengiyên ku jinan di jiyanê de rû bi rûyê ne.

Festîvala îsal bi diruşma " Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek e" ji hêla Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Komîna Şanoyê ve tê organîzekirin. Çalakiyên festîvalê di 27’ê Adarê de dest pê kirin. Lê ji ber betlaneyên Cejna Remezanê û cejna Ekîto heta piştî 4’ê Nîsanê hat paşxistin.

Di festîvalê de 11 komên ji bajarên Sûriyeyê beşdar dibin. Wê di rojê de 2 şano werin pêşkêşkirin û her rojekê semînerek were pêşkêşkirin. Semînera yekemîn bi navê "Sînografiya û deriyê derbasbûna li rexneyê" ji aliyê Ehmed Mekaratî ve, semînera duyemîn bi navê "Girîngiya şanoyê di gihandina kes û civakê de" ji êla mamoste Rezan Salih ve û semînera sêyemîn bi navê "Girîngiya ronahiyê, zanista rengan û dabeşên wê" ji hêla mamoste Mein Diwêir ve, tên dayîn.

Festîval di 11’ê Nîsanê de bi ragihandina navên serkeftî bi dawî dibe.

(fr)

ANHA