`Bi berxwedana xwe em ê azadiyê bi dest bixin`

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî dan malbata şehîd Mêrvan Efrîn û teqezî bi domandina berxwedanê heta bidestxistina azadiyê, kir.

14 hezîran, 2024   14:36
ŞEHBA

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, partî û saziyên sivîl tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Mêrvan Efrîn (Ehmed Osman) bûn ku 12`ê Hezîranê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû. Merasîm li pêşiya mala şehîd a li bajarokê Babnisê hatiye lidarxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ednan Reşîdaxivî û got ew ê têkoşînê li ser şopa şehîdan li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Endama Meclisa bajarokê El Ehdas Hacer Miho jî got: "Bi berxwedana xwe em ê bigihêjin azadiyê. Dayîk zarokên xwe bi hezkirin û tilîliyan rê didin. Ji ber ku ew ji bo welat tê dikoşin. Di dîroka şehîdan de, bira çekê birayê xwe radike, kur xwedî li çekê bavê xwe derdikeve. Têkoşîn tiştek wisa ye. Bi fedakariyan em ê tevahî axa dagirkirî rizgar bikin."

Bi navê malbata şehîd Mêrvan Reşîd Hesen axivî û behsa girîngiya hevgirtina pêkhateyan kir û got: "Divê em yek bin."

(şx)

ANHA