290 şervan dewreya şehîd Çavreş û şehîd Rûbar Welat qedand

Ji Akademiya Xweparastinê ya Şehîd El Ehmed El Elî ya kantona Reqayê 290 şervan ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derçûn.

290 şervan dewreya şehîd Çavreş û şehîd Rûbar Welat qedand
290 şervan dewreya şehîd Çavreş û şehîd Rûbar Welat qedand
290 şervan dewreya şehîd Çavreş û şehîd Rûbar Welat qedand
290 şervan dewreya şehîd Çavreş û şehîd Rûbar Welat qedand
290 şervan dewreya şehîd Çavreş û şehîd Rûbar Welat qedand
14 hezîran, 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Xweparastinê ya Şehîd El Ehmed El Elî bi merasîmekê bidawîbûna dewreya 47`an aşkera kir. 290 şervan ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û nekarîn di wextê xwe de tev li dewreyê bûbûna ji ber wê, dewreyeke din ku berdewama dewreya 47`an re ji wan re hate vekirin. 

Ji vê dewreyê 290 şervan piştî bidawîkirina perwerdeyên xwe, derçûn.

Endamên Desteya Perwerdeyê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Rêveber a kantona Reqayê û malbatên şervanan di merasîmê de hazir bûn.

Ji fermandarên Erka Xweparastinê Hazim El Elî bi navê Desteya Parastinê axivî û got: "Em bidawîbûna dewreya şehîd Çavreş û Şehîd Rûbar Welat pîroz dikin."

El Elî wiha domand: "Tevlêbûna we di dewreyê de îsbat dike ku dilê we li ser vê axê ye. Niha piştî ku we perwerdeyên bîrdozî, siyasî û leşkerî bi dawî kir, divê hûn axa xwe ji dagirkeran biparêzin. Ji ber ku ev ax bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin."

El Elî soz da ku li ser şopa şehîdan tevahî herêman ji destê dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

Dûre şervanan sondxwar û soz dan şehîdan û malbata xwe ku axa xwe biparêzin.

(şx)

ANHA