Banga meşa ji bo Colemêrgê

“Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ku dê sibe ji bajarê Wanê ya Bakurê kurdistanê ber bi Colemêrgê ve dest pê bike û 6 rojan bidome.

Banga meşa ji bo Colemêrgê
2 tîrmeh 2024   14:04
NAVENDA NÛÇEAYN

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka demokratîk ên bajarê Wanê ya bakurê Kurdstanê têkildarî “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ku dê sibe ber bi bajarê Colemêrgê ya bakurê Kurdstanê ve rê bikevin û 6 rojan bidome, li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga tevlibûna meşê hate kirin.

 Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di daxuyaniyê de wiha got: “Dixwazin sepana qeyûm li vî welatî veguherînin rejîmekê. Li dijî qeyûmê di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin gelek çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên bi dirûşma ‘Em ê rê nedin xespa qeyûm’ ku li seranserî Tirkiyeyê didomin. Em ê di 3’yê tîrmehê tevî meşvanên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin ber bi Colemêrgê ve bimeşin.”

 BANG LI GELAN KIR

Dîlekçî da zanîn ku dê meşvanên ji bajarên cuda tên bajar li Parka Mûsa Anter pêşwazî bikin. Dîlekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê piştre jî bi girseyî ber bi Colemêrgê ve oxir bikin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku sibe saet di 15.00’ê de tev li pêşwazîkirin û oxirkirinê bibin. Hevseroka me yê giştî (Tuncer Bakirhan), parlamenterên me, rêxistinên civaka sivîl û gel dê tev li meşê bibe. Em banga tevlibûnê li hemû gelan dikin.”