Bersivdayîna muhtemel a Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî vê sibê cih da serdana Sûdanî ya ji bo Washingtonê, bersivdayîna Îsraîlê li hember êrişa Îranê û dan û standinên agirbestê li Xezayê.

Bersivdayîna muhtemel a Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ye
16 nîsan, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanê ji bo Washingtonê nûçeyek bi sernavê "Çawa hêzên Amerîkayê derdikevin û di heman demê de şîrketên amerîkî dikevin Iraqê?" weşand.

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku Sûdanî dixwaze têkiliya leşkerî derbasî qonaxa hevkariya giştî di navbera Bexda û Wasihngtonê de bike.

Her wiha li gorî rojnameyê, komên alîgirên Îranê fişarê li Sûdanî dikin ku dixwazin vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê bibe xaleke sereke ya serdanê.

Rojnameyê diyar kir ku amerîkî bi fikar in ku neçar bibin, hebûna xwe li welêt kêm bikin û ev jî dê bandora wan a rasterast li Iraqê kêm bike, nemaze komên alîgirên Îranê êrişî baregeh û navendên dîplomatîk ên Amerîkayê dikin û her vekişînek dê wisa fêm bibe ku di bin fişarê de ye.

Bi nêrîna rojnameyê, metirsî hene ku heke hêzên Amerîkayê vekişîn, dê bersivdayîn zehmet be û binpêkirina serdestiya Iraqê ye, nexasim ku Îran bi rihetî li welêt tev digere.

‘BERSIVDAYÎNA SÎNORDAR A ÎSRAÎLÊ’

Tora El Erebiye jî têkildarî bersivdayîna Îsraîlê li hember êrişên Îsraîlê nûçeyek parve kir. Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên amerîkî, diyar kir dibe Îsraîl dawiya hefteyê bersiveke sînordar bide.

Rojnameyê cih da hin texmînan ku dibe Îsraîl êrişî hêzên leşkerî yên Îranê û wekîlên wê yên li herêmê bike.

Li gorî agahiyên ku rojnameyê parve kirine, rayedarên amerîkî destnîşan kiriye ku haya rêveberiya Amerîkayê li ser biryara dawîn a Îsraîlê û rêbaza bersivdayînê tune ye, di heman demê de diyar kirin ku dibe vebijêrk bên guhertin û dema bersivdayîna Îsraîlê ne diyar e lê belê dê hebe.

‘LI HEMBER NERMBÛNA HEMASÊ ÎSRAÎL DERENG DIXE’

Der barê dan û standinên di navbera Îsraîl û Hemasê de, rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek da. Di nûçeyê de rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên misirî û diyar kir ku tevgera Hemasê ji berê nermtir bûye, lê Îsraîl dereng dixe û hewl dide xwe ji lihevkirinê bide aliyekê.

Rojnameyê cih da daxuyaniya berdevkê Wezareta karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ku gotiye: "Îsraîl di dan û standinan de gelek bi pêş ketiye, lê belê Hemas li pêşiya lihevkirinê bûye kelem."

(şx)