Rêveberê şîrketa Çetir: Destekî reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan

Rêveberê giştî yê şîrketa Çetir a medyayê Kemal Heme Reza ragihand ku “destekî reş ê navxweyî û destekî îstîxbaratî bû sedem ku dewleta Tirk her du rojnamevanan şehîd bike”.

Rêveberê şîrketa Çetir: Destekî reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan
23 tebax 2024   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, wesayîteke rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) a ji Silêmaniyê jî birîndar bû.

Rêveberê giştî yê şîrketa Çetir a medyayê Kemal Heme Reza der barê êrişê de daxuyaniyek da û wiha ragihand: “Bê guman di encama destekî reş ê navxweyî û destekî îstîxbaratî de, îstîxbarata dewleta Tirk her du rojnamevanan şehîd xistin. Beşek ji dezgehên ragihandinê yên xapandinê belav kirine ku her sê kesên bûne qurbanî, şervanên PKK’ê ne. Ew her sê kes rojnamevan in û tu pêwendiya wan bi siyasetê re nîn e.”

Kemal Heme Reza got: “Dixwazim nasnameya şehîd Gulîstan Tara ku ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ye û 3 sal bû wek şêwirmenda nûçeyên siyasî alîkariya Çetirê dikir, bibêjim.

Derbarê şehîda din a çapemeniya azad Hêro Behadîn de jî Kemal Heme Reza wiha anî ziman: “Hêro Behadîn li Silêmaniyê ji dayik bûye û xelkê gundê Tîmarin bû. Her wiha Rêbîn Bekir jî ku di êrişê de birîndar bû, bi heman şêweyî xelkê bajarê Silêmaniyê ye.

Herî dawî Kema Heme Reza bang li her kesî kir ku bi aşkerakirina rastiyan li hemberî “dezgehên xapandinê” rawestin.