Bendera Sulale ya Umanê bi dronan hate hedefgirtin

Hêzên rejîma Îranê bi du dronan êrişî Bendera Sulale ya li Umanê kir ku yek ji dronan hate xistin û ya din jî li tankereke petrolê ket û teqiya.

Bendera Sulale ya Umanê bi dronan hate hedefgirtin
11 adar, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê îro êvarê jî berdewam dikin. Hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê bi du dronan êrişî Bendera Sulale ya li Umanê kir ku yek ji dronan hate xistin û ya din jî li tankereke petrolê ket û teqiya.

Her wisa hate ragihandin ku êriş bi du dronên kamîkaze pêk hat, yek ji wan hate xistin, ya din li yek ji tankerên petrolê yên li benderê ket û teqiya.

Di encama teqîna dronê de şewatek mezin li cihê êrişê derket lê tu ziyanên canî çênebûn.