Baregeha Heşdî Şeebî ya li bakurê Mûsilê hate bombebarankirin

Bi 2 êrişên hewayî baregeha Heşdî Şeebî ya li bakurê Mûsilê hate armancgirtin.

Baregeha Heşdî Şeebî ya li bakurê Mûsilê hate bombebarankirin
11 adar, 2026   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku kêliyek berî niha du êrişên hewayî li dijî baregeha Alaya 24 ya Tûgaya 59 ya Heşdî Şeebî ya li sînorê parêzgeha Nînovayê hatiye kirin.

Hate zanîn ku baregeha Heşdî Şeebî dikeve devera Reşîdiye ya li bajarê bajarê Mûsilê ya parêzgeha Nînovayê.

Hêzên ewlehiyê tekildarî êrişê dest bi lêkolîna êrişê û eşkerekirina ziyanên wê kirin.

Heta niha têkildarî êrişê ti daxuayniyên fermi ji aliyê saziyên peywendîdar ve nehatine dayîn