Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne

Bazarên pez ên li herêma Cizîrê zindî bûne. Li gorî salên borî tevgera kirîn û firotinê zêde bûye.

Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
Bazarên pez ên herêma Cizîrê geş bûne
10 nîsan, 2026   05:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li bazarên pez ên li herêma Cizîrê îsal tevgera kirîn û firotinê zêde bûye. Têkildarî mijarê bazirgan û xebatkarên li bazaran ji ANHA’yê re axivîn. 

Dilo Sadûn li ser tevgera li bazarên pez ji ajansa me re axivî û got: “Îsal baran bariya û çêre zêde bû. Par pezek bi milyonek lîreyê Sûriyeyê bû lê niha pez gihaştiye 4-5 milyon lîreyî. Berxik jî par bi 125 dolarê amerîkî bû, niha bûne 250 dolar. Bi taybet piştî rê vebû û pez difiroşin derve wekî Erebistana Siudî, buhayên pez bilind bûn.”

Sadûn her wiha got: “Sala borî tevgera li bazarê gelekî zeîf bû. Ji ber vê yekê pez erzan bû. Lê îsal tevgera bazarên pez zêde bûye û pez biha bûye. Piştî cejna Remezanê buha 50-100 dolar zêde bûn. Buha li gorî giranî, teşe û cinsê pez diguhere.”

Bihabûna pez bandor li goşt jî kiriye. Kîloya goştê pez ji 100 hezar lîreyî rabûye 170 hezar lîreyî.

Elî El Izo jî yê li bazara pez dixebite jî wiha got: “Îsal baran baş bariya û çêregeh berfireh bûn. Ji ber vê yekê pez gelekî biha bû. Niha tevger li bazarên pez çêbûye. Hinek bazirgan hene gazincan dikin ku mesrefên veguhastinê zêde bûne, ew jî bi bihabûna mazotê ve girêdayî ye.”

Silo Hiso jî anî ziman ku şênî diçin pez dikirin û xwedî dikin û hîna jî mesrefa veguhastinê kêmekî bandorê li ser bihabûna pez dike.

Pisporên aborî anîn ziman ku tevgera li bazarên pez girîng e û bandorê li bihabûna pez kiriye.

Li tevahî herêmên Sûriyeyê çavkaniyên sewalvaniyê gelekî girîng in û bandoreke mezin li aboriya Sûriyeyê dikin.

(np)

ANHA