‘Medya dikare pêşiya xîtabeya kîn û nefretê bigere’

Komeleya Nûjîn a Pêşxistina Civakî ya Hesekê bernameya xwe ya bi navê "Ciwan li dijî Nefertê" ku wekî dengekî nû ji bo avakirina aştiyê bi nav dike, didomîne. Ji berpirsên bernameyê Kafiya Day diyar kir ku çapemenî dikare bi belavkirina nûçe û nivîsên xwe pêşiya xîtaba kîn û nefretê bigire û roleke girîng di nava civak û pêkhateyan de bilîze.

‘Medya dikare pêşiya xîtabeya kîn û nefretê bigere’
10 nîsan, 2026   06:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Komeleya Nûjîn a Pêşxistina Civakê ya Hesekê ya di sala 2020'an de hatiye avakirin. Komeleyê di 20'ê Mijdara 2025'an de bernameyek bi navê "Ciwanên li dijî Nefretê" ku wek dengekî nû ji bo avakirina aştiyê pênase dike, dabû destpêkirin. Armanca vê bernameyê piştgirî û bihêzkirina ciwanan li dijî zimanê nefretê ye, di heman demê de ji bo avakirina qadeke ewle ji bo diyalogê ku têgihaştinê di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de bi pêş bikeve.

Di çarçoveya bernameyê de bi rêya rûniştin û panelan mijarên girêdayî xetereyên belavbûna nakokiyan di nava civakê de û çawaniya rêgirtina li ber wê tên nîqaşkirin. Bername li gorî du qonaxan hatiye birêxistinkirin. Di qonaxa yekemîn de ku di vê mehê de bi dawî bûbû, 5 hezar û 70 kes tev lê bûn.

Qonaxa duyemîn a bernameyê jî 5'ê Nîsanê li Kafeteryaya Xabûr a li bajarê Hesekê dest pê kir û hîna dewam dike. Ji rêxistinên jinan, çalakvan, rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, kesayetên olî û hiqûqî û serokên eşîran 65 kes beşdar bûn. Di hefteyê carekê de mijarek li ser xîtaba nefretê tê nîqaşkirin û di hefteya dawîn de dê panelek were lidarxistin. Qonaxa duyemîn dê 20'ê vê mehê (Nîsan) bi dawî bibe.

Ji berpirsên bernameyê Kafiya Day der barê zimanê nefretê, xetere û bandorên wê li ser civakê de ji ajansa me re axivî.

Kafiya Day di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên belavbûna zimanê nefretê di nava civakê de û got: “Dema rewşa herêmê ne li ser hev be û di nava civakê de pirsgirêk hebin, hingî zimanê kîn û nefretê jî belav dibe. Rejîma Baasê di dema desthiltdariya xwe de cudekarî, kîn û nefet di nava pêkhateyên civakê de pêş xistibû. Bandora vê yekê heya roja me ya îro jî heye. Civak hîna ji vê zihniyetê rizgar nebûye. Zimanê kîn û nefretê sedema bingehîn a parçebûn û tevliheviyên di nava civakê ye.”

Kafiya Day destnîşan kir ku piştî ewqas alozî û şerên derketine, hin aliyan ji bo berjewendiyên xwe dixwestin bi gelek rêbazan xîtaba kîn û nefretê di nava civakê de bidin pêş û civakê ji hev hilweşe.

Kafiyayê her wiha îşaret pê kir ku di vê pêvajoyê de bandora neyînî ya xîtaba kîn û nefretê zêde bûye û got: “Bi rêya medyayê civakî xwestin zimanê kîndarî û nefretê di navbera pêkhateyan de xurttir bikin. Gelek kesan ev yek li gorî berjewandiya xwe ya şexsî bikar anîn û di navbera civakê de perçebûnek çêkirin.”

Kafiya di axaftina xwe de balkişand ser erka dikeve ser milê civakê û aliyên têkildar da ku pêşiya xîtaba kîn û nefretê bigirin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em niha di qonaxeke veguhêz de ne.  Divê qanûn û zagonên ku rê li ber kîndarî û belavkirina nefretê digirin werin derxistin û bicihanîn. Di heman demê de divê civak jî ji vê yekê hişiyar be. Eger wisa nebe li pêşiya xîtaba kîn û nefertê nayê girtin."

Kafiya îşaret bi rola girîng a medyayê di hişyarkirina civakê de kir û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em weke Komeleya Nûjîn me têkildarî xîbata kîn û nefretê projeyek daye destpêkirin. Projeya me hîna dewam dike. Armanca me ji vê projeyê ew e ku civakê ji zimanê nefet, nakokî, kîndarî û provokasyonan hişyar bikin, da ku neyê xapandin. Em hewl didin li ber vî zimanê bigirin. Divê çapemenî jî di vî warî de bi roleke erênî û xurttir rabe. Rojnamevan dikare bi nûçe û nivîsên xwe li pêşiya zimanê nefretê bigire.”

Komeleya Nûjen der barê diyardeyên ku di nava civakê de belav dibin gelek bernameyan bi rêxistin dike. Beriya niha li ser tundiya eleketronîk, her wiha tundiya li ser jinan bername bi rêxistin kiribû. Pêngaveke ji bo 16 rojan der barê têkoşîna li dijî cudakariya civakî de li dar xistibû. Komeleyê di dema pêlên koçberiyê de jî alîkariyên madî pêşkêşî koçberan dike.

(bb)

ANHA