'Projeya neteweya demokratîk ji qeyranên li herêmê re çareserî ye'

Endamên partî û meclisan girîngiya projeya neteweya demokratîk di çarçeserkirina aloziyan de vegotin û ji bo pêşxistina demokrasî û aştiyê banga azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

'Projeya neteweya demokratîk ji qeyranên li herêmê re çareserî ye'
10 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Siyasetmedar, endam û rêveberên saziyên bajarê Dirbêsiyê projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin wekî çareserî ji aloziyên demdirêj ên li herêmê bi nav kirin.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a PYD'ê Ebîr Hesen bi bîr xist ku projeya neteweya demokratîk xwe dispêre rêgezê edaletî û azadiya gelan, di heman demê de banga jiyana hevbeş di navbera pêkateyan û parastina çandên çandî, perwerdeyî û azadî yên hemû pêkhateyan dike.

Ebîr Hesen destnîşan kir ku projeya ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin hewl dide jiyana hevbeş û demokrasiyê pêş bixe û got, gelan ev proje li ser erdê pêk aniye û rêveberiya xwe ya xweser çêkirin.

Ebîr Hesen her wiha bal kişan ser hesasiyeta vê pêvajoyê û  banga pêşxistina têgihiştina siyasî kir "da ku nekevin nava lîstokên dijmin û şerê taybet."

Her wiha banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.

Ji rêveberên PYD'ê Silêman Xelîl jî destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk nêrîneke ji bo siberojekê ye ku zêdetirî sedsaliyekê dirêj dike û got: "Ev proje alternatîfan ji çareseriyên kevin ên ku di çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn de bi ser neketine pêşkêş dike. Proje li ser esasê jiyana hevbeş û rêzdariya li hemberî taybetmendiyên çandî û zimanî ye."

Endamê Meclisa Gel a Dirbêsiyê Ehmed Xelef jî diyar kir ku ev proje rêgezên demokrasî û wekheviyê di nava gelan de xurt dike, di heman demê de dawî li diyardeyên zulm, zordestiyê tîne û hêviya gelan vedigerîne.

(bb)

ANHA