Baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê hate bombebarankirin

Koma Meqawmey Îslamî ragihand ku vê sibehê bi balafirek bêmirov êrişî baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê kirine.

Baregeha DYA’yê ya li Hewlêrê hate bombebarankirin
23 mijdar, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Meqawmey Îslamî ya Iraqê daxuyand ku vê sibehê bi balafireke bêmirov êrişî baregeha hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li balafirgeha Hewlêrê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş “ji bo piştevaniya gelê Xezayê” ye.

Duh hêzên DYA’yê baregehên Heşdî Şabî yên li parêzgeha Babil a Iraqê bombebaran kiribûn û di encamê de 8 çekdarên Heşdî Şabî hatibûn kuştin û 4 jî birîndar bûbûn.