Di êrişan de 2 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Qamişloyê de, 2 welatî şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûne.

Di êrişan de 2 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn
23 mijdar, 2023   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran êrişî kantona Qamişloyê kirin. Êrişa yekemîn li dijî navendeke xizmetguzariyê ya li bajarokê Rimêlanê bû. Piştî nîvro jî, li nêzî gundê Şork ê li ser rêya di navbera navenda Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî bajarokê Til Merûf 2 erebe hatin hedefgirtin.

Rêveberiyê îro bi daxuyaniyekê şehîdxistina 2 welatiyan û birîndarkirina 5 kesên din jî ragihand.

Dewleta Tirk a dagirker roja duşemê jî gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran topbaran kiribû. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûbûn.

(şx)

ANHA