Bangên valakirina Xezayê û metirsiyên koçberkirinê

Berdevkê artêşa Îsraîlê bang li niştecihên bajarê Xezayê kir ku tavilê ji bajêr derkevin û got: "Artêş dê operasyonê lê pêk bîne.". Hate gotin, plana koçberkirinê rojeva civîna wezîrên Îsraîlê bû.

Bangên valakirina Xezayê û metirsiyên koçberkirinê
12 îlon, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X’ê bang li niştecihên bajarê Xezayê kir ku tavilê ji bajêr derkevin û got: "Artêş dê operasyonê lê pêk bîne."

Adraee got, şêniyên Xezayê dikarin biçin van herêman "Nisêrat, Birêc, Zewayîda, Mexazî, Xerib El Mesder, Dêr Beleh, Qerara 6 û 7, taxa Mewasî ya Xan Yûnis, taxa Celaa ya Xan Yûnis, rojavayê taxa Emel a Xan Yûnis, taxa Nesir a Xan Yûnis, taxa Tehrîr a Xan Yûnis, rojavayê taxa Betn Semîn a Xan Yûnis û rojavayê taxa Qîzan Ebû Reşwan a Xan Yûnis."

Berdevk hişyarî da niştecihên Xezayê û got, mayîna li herêmê pir xetere ye û ji wan xwest ku biçin herêmên navborî.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku serokwezîr Benjamin Netanyahu di civîna dawîn a kabîneyê de behsa plana koçberkirina Filistîniyan ji Xezayê kir.

Li gorî Kanala 12ˊan a Îsraîlê jî, saziya ewlehiyê plana xwe ya koçberkirina Filistîniyan a ji meha bê ve pêşkêşî Netanyahu kir û diyar kir ku ev plan dê bi rêyên cuda di nav de hewayî û deryayî, pêk were.

Kanalê ragihand ku Netanyahu dê planan pêşkêşî Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio bike ku roja Yekşemê ya bê serdana Îsraîlê dike. Her wiha îşaret pê kir ku Îsraîlê berê jî bi çend welatan re têkilî danî da ku Filistîniyan pêşwazî bike.

Li gorî heman kanalê, gumanên Îsraîlê bi xwe li ser serkeftina vê planê hene.

Wezîra Pêşxistinê ya Îsraîlê Gila Gamliel xwest ku Misir were iqnakirin ku koçber dê bi kêmanî ji wê derbas bibin, lê gumanên Netanyahu li ser serketina vê yekê hene.

Demek berê Wezareta Karên Derve ya Misrê anî ziman ku gotegotên li ser dan û standinên Îsraîlê yên bi hin welatan re der barê koçberkirina Filistîniyan ji Xezayê de di çarçoveya "siyaseteke Îsraîlê ya nayê qebûlkirin a ku armanc dike ku axa Filistînê vala bike" de ne.

(bb)