Scott Bisent: Me destûra du mehan a dabînkirin û firotina petrola Îranê derxist

Amerîkayê ragihand ku di çarçoveya bicîhanîna memoranduma têgihîştinê ya ku bi Tehranê re hatiye îmzekirin de, destûrnameyek demkî ya 60 rojî daye ku destûr dide hilberandin, hinardekirin û firotina petrola Îranê.

Scott Bisent: Me destûra du mehan a dabînkirin û firotina petrola Îranê derxist
22 hezîran, 2026   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisent îro got ku welatê wî destûrnameyek giştî ya demkî ya 60 rojî daye ku rê dide hilberandin, dabînkirin û firotina petrola Îranê, di çarçoveya bicîhanîna memoranduma têgihîştinê ya ku hefteya borî di navbera Washington û Tehranê de ji bo bidawîkirina şerê di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê diyar kir ku destûra giştî ya der barê Îranê de rê dide hilberandin, radestkirin û firotina petrola xav, berhemên petrokîmyayî û berhemên petrolê yên bi eslê xwe Îranî heta 21ˊê Tebaxê.

Li gorî memoranduma têgihîştinê ya ku hefteya borî di navbera Washington û Tehranê de hatiye îmzekirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) razî bû ku ji bo hinardekirina petrola xav a Îranê, berhemên petrolê û hemû xizmetên têkildar, di nav de danûstandinên bank, sîgorte û veguhastinê, îstîsnayan bide.

Wezareta Xezîneyê ya DYAˊyê destnîşan kir ku danûstandinên ku di bin ruxseta giştî ya nû ya DYAˊyê de hatine destûrkirin, îtxalkirina petrola xav, petrokîmyewî û berhemên petrolê bo DYAˊyê jî dihewîne.

Wezaretê da zanîn ku ruxset destûrê nade danûstandinên ku Koreya Bakur, Kuba û Ukraynayê tê de ne.

Wezîrê Amerîkayê anî ziman ku Tehran pabendî azadiya trafîkê li Tengava Hurmuzê ye û destûrê dide mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ku bigihîjin axa wê.

(fr)