Bangên belavkirina însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Amerîka û Ewropayê

Beşdarên konferansa yekemîn a Însyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan fikr û felsefeya Rêber bi erênî nirxandin û destnîşan kirin ku ev konferans gaveke girîng e ku divê beriya demeke dirêj bihata avêtin û pêwîstiya belavbûna însiyatîfê li Amerîka û Ewropayê bi taybet ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir.

10 kanûn, 2023   17:49
REQA

Vê sibehê li ser bangewaziya Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Înîsîyatîfa Hiqûqnasên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan û Yekîtiya Bijîşkan konferansa yekemîn a însyatîfa Sûriyeyê li Zanîngeha Rojhilat a Reqayê bi diruşma ′Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de′  dest pê kir.

Bernameya konferansê di rûniştina yekemîn de bi nîqaşekê dest pê kir û tê de du xal hene ku parêzer Emna Xedro di serî de "Rûpelên der barê Rêbertiyê de" bi rêve bir û bal kişand ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Em dixwazin çend rûpelan li ser Rêber Abdullah Ocalan bixwînin, li wir serokê Hevpeymana Încîllî li Afrîkayê gotiye Rêber mîna bêhna hewaya paqij e, xwedî populerbûneke mezin e û daxwaza jiyaneke adiltir dike."

Emne wiha lê zêde kir: "Rêber li gundê Amara yê bajarê Rihayê ji dayik bû û li dibistana gund xwend û ji Zanîngeha Stenbolê beşa hiqûqê derçû. Li zanîngehê bi rêya damezirandina komeke serbixwe ku wekî armanca xwe bi doza Kurdistanê re mijûl bibe, çalakiyeke efsanewî pêk anî. Piştî şehadeta têkoşer Heqî Kerar ji aliyê ajanên komploger ve biryara damezirandina PKK'ê hate dayîn û ji ber xwedîderketina gel li partiyê, Tirkiye dest bi topbarana herêmên ku partî lê hene kir."

Hevserokê Înîsîyatîfa Sûriye ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed El Neîmî di beşa duyemîn a rûniştina yekemîn de bi sernavê "Komploya Navneteweyî û Darizandina Şiklî behsa tiştên ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin kir û wiha got: "Wek îro di 1948'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî mafên mirovan ragihand, lê gelo kanîne ev maf."

El Neîmî wiha pêş de çû: "Rêber Abdullah Ocalan got gel bi hin armancan li gorî peymanên aştî, ewlehî û rejîmê hatine paşguhkirin."

El Neîmî ev li gotinên xwe zêde kir: "Em darizandina Rêber Abdullah Ocalan di dadgeheke şiklî de nas nakin, ji ber ku ew binpêkirineke qanûnên navneteweyî ye li gel tunebûna desthilatdariya rewa ya dewleta Tirk de û tunebûna edaletê."

Di heman beşê de parêzerê Rêber Abdullah Ocalan ê ji Yewnanîstanê Filos Kande Yedos di mudaxaleya xwe de bi rêya "Zoom" de wiha got: "Rêber bi hêz û wêrek bû û eger em bi awayekî erênî bi Rêber Ocalan re rûbirû bûna û eger Ewropa mafê wî bida wî, me yê karibûya wî rizgar bikira. Bi dîtina min Kurd xwedî nêrîn û hêz in û her kes di dema êrîşa DAIŞ'ê de dît ku Kurd çawa li ber xwe dan. Lewma divê em alîkariyê bidin Kurdan û ji bo wan welatekî ava bikin."

Li ser vê yekê, efserê berê yê artêşa Yewnanîstanê Endonezya Nakadadîs jî behsa şahidiya xwe ya li ser komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û go: "Ez bûm şahidê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hûn hemû dizanin ku Tirkiye destekê dide tevger û rêxistinên terorîst."

 Nakadadis wiha lê zêde kir: "Ez bi vê însyatîfê pir kêfxweş im û ez hêvî dikim ku dê bi taybet li Amerîka û Ewropayê belav bibe da ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

Konferans wê bi nîqaşa li ser rûniştina duyemîn ku ji du beşa;, "sîstema Îmraliyê" ya yekemîn pêk tê, ku ji aliyê parêzer Xedîce Bedêwî û beşa duyemîn a li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Dr. Mistafa Abdulkerîm ve werin birêvebirin. Wê bi mudaxeleya parêzera Rêber Abdullah Ocalan Janet Ganeş ku dê bi rêya Zoomê li ser "sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û îxlalên tê de hatine kirin" tev li konferansê bibe, ewam bike.

(şx)

ANHA