Rûspiyên Dêrazorê fedakariyên fermandar Ronî Welat pîroz kirin

Şêx û rûspiyên êlên Ereb di merasîma sersaxiyê de ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê ve hatibû birêxistinkirin, keda şehîd Ronî Welat û serkeftinên ku li Dêrazorê bi dest xistine, pîroz kirin.

10 kanûn, 2023   17:10
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê konê sersaxiyê li bajarokê Hecînê ji bo şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ronî Welat veda û tê de bi sedan şêniyên gundewarên rojhilat, şêx û rûspiyên êlên Ereb û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di serdana şêx û rûspiyên eşîreyan a konê şînê de serokê Meclisa Qebîleyan a El Bû Kemal Selah El-Selman axivî û wiha got: "Em ji ber wefata leheng Ronî Welat sersaxî ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin. Bi şehîdên wiha em ber bi azadî, rûmet dijîn."

Rûspiyê êla El Şeîtat Ebûd El Cebrî jî got: "Rûmet û nemiriya li ser giyanê şehîdan, tu peyv tune ne ku em serbilindiya xwe îro bi şehîd Ronî Welat şehîdê azadî û rûmetê ku ji bo welatê xwe tê koşiyane û jiyana xwe bi parastina xaka xwe û mafên gelê xwe derbas kirine, rave bikin."

Ebûd El Cebrî ked û fedekariyên şehîd Ronî Welat û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pesna wan da û wiha got: "Fedekariyên ku şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, tenê dê biryardariya me ya berdewamkirina meş û rizgarkirina welat zêde bike."

Merasîma oxirkirina şehîd Ronî Welat bi axaftina hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê Rakan El Ferîh bi dawî bû ku got: "Em bi windakirina kesayetên wisa mezin ên ku ji bo em bi rûmet bijîn, cane xwe feda kirin, gelek xemgîn in."

Li rojavayê Dêrazorê konê şînê li herêma 7 Kîlo hate vedan, her wiha bi sedan şêniyên herêmê, şêx û rûspiyên eşîreyan rojavayê Dêrazorê hatin serdanê.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Nûrî El Xelîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ronî re xwest û destnîşan kir ku hevrêyên şehîd dê heta dawiyê parastina xakê bikin û rêya şehîdan, temam bikin.

El Xelîl wiha domand: "Dijminê me tirsonek e ku nikare li hember me bisekine. Şehîd Ronî Welat di rizgarkirina herêmê ji dijminan kedeke mezin da û tevkarî li xurtkirina ewlehiya herêmê kir."

Bi navê tevgerên ciwanan ên rojavayê Dêrazorê Hevseroka Meclisa Werzîşê Ibtîsam El Elî axivî û got: "Bi navê ciwanên Dêrazorê û tevgerên ciwanan em destpêkê ji xwe û ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Dêrazorê bi taybet ji destdana heval Ronî ku ji bo parastina hemû pêkhateyan û ji bo azadiya gelan nirxê xwe yê herî giranbuha da, sersaxî dixwazin."

Ibtîsam El Elî wiha domand: "Em wek tevgerên ciwan û ciwanên Dêrazorê soz didin hemû şehîdên ku di rêya azadî û ewlehiyê de canê xwe dane, heta serkeftinê em ê rêya wan bişopînin."

(şx)

ANHA